Ji Cizîr û Silopiya 2 agahiyên mirinê yên dinê hatin

15:52

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiya di êrîşên hêzên dewletê de welatiyê navê wî nehat zanîn, temenê wî di nava 55-60'an de parçeyek şarapnel rastî bedena wî hat û jiyana xwe jidestda, cenazê wî rakirin Morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê. Peyîwirdarê Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê Aziz Yural dema ku xwest welatiyek birîndar derman bike ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Cenazê Azîz ji kolanê nayê rakirin.

Li Silopiya di êrîşên hêzên dewletê de welatiyê navê wî nehat zanîn, temenê wî di nava 55-60'an de parçeyek şarapnel rastî bedena wî hat û jiyana xwe jidestda, cenazê wî rakirin Morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê.

Tenduristvanê Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê Aziz Yural dema ku xwest jinek a ji lingê xwe birîndarbûyî ji kolanê rake û dermanbike ji aliyê polîsên tîmên tayîbet ve hat gulebarankirin. Azîz ji serê xwe birîndarbû û jiyana xwe jidest da. Ji ber êrîşên giran hîna cenazê Aziz li kolanêye.

Li Cizîr û Silopiya ya ji 14'ê kanûnê heya niha dibin dorpêçêdene hijmara kesên hatine qetilkirin gihişt 42 kesan.

(ma-at/zt)