'Jin bi xebatê çandê ew ê şoreşa Rojava mîsoger bike'
16:09
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Endamên jin ên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) a Rojava 2. konferansa xwe li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê didomîne.
Li bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê 2. Konferansa TEV-ÇAND'ê li Navenda Çand û Huner bi tevlîbûna 225 delegeyan despêkir. Her wiha saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên kantona Cizîrê, endamên Yekîtiya Star, endamên Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Desteyan Jinan a Niştimaniya Ereban li Sûriyeyê, endamên Meclîsa Zagonsaz, endamên Rêxistina têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan SARA, endamên jin ên Yekîtiya Suriyaniyan û endamên Weqfa Jinên Azad a Rojava beşdar bûn. Konferans bi dirûşmeya "Em şoreşa çandî û hunera jinê pêşbixin netewa demokratîk û jiyana azad ava bikin" hat despêkirin. Salona konferansê bi panqartên bi nivîsên "Em rizgarkirina Şengal û berxwedaniya bakurê kurdistanê pîroz dikin", "Li çand û hunera resan xwedî derkevin û bi rihê şoreşa Rojava qirkirina çandî têk bibin" hatin daliqandin û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Şehîdên Arîn Mîrxan û şehîdên jin ên Şoreşa Rojava ve hat xemlandin. Piştî axaftina vekirinê a ku ji aliyê Rêvebera TEV-ÇAND'ê Ruha Hesen ve hat kirin, dîwanên konferansê hatin hilbijartin.
'Em dikarin bi afrîneriyê xwe êrîşan vala derbixin'
Seroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid jî li ser girîngiya pêk hatina konferansê axivî û wiha got, "Jin bi xebatê çandê ew ê şoreşa Rojava mîsoger bike. Li her çar alî êrîş hember gelê Kurd pêk tê. Pergala kapîtalîzmê hewldide bi êrîşên xwe çandê gelan ji holê rake û modela civaka homojen avabike. Divê em wek jin bikevin ferqa van êrîşên giran û xwedî li çandên xwe yê resen derbikevin. Em dikarin çand û hunera xwe bi afrîneriyek mezin dewlemendtir bikin û wiha êrîşan vala derbixin. Eger em xwe di têkoşîna çandî de bi rêxistin bikin, em dikarin piştgiriyek mezin bidin şervanên YPJ'ê jî."
Piştî axaftinên Seroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan a di derbarê çandê de hate xwendin. Konferans bi axaftinên mêvanan, perspektîfên TEV-ÇAND’ê, raporên salane yên şaxên TEV-ÇAND’ê, nîqaşên rewşa rêxistinî ya jinan di TEV-ÇAND’ê de û bi xwendina rêziknameya TEV-ÇAND’ê ya Rojava berdewam dike.
(za/rc)