Polisan 8 cenaze revandin
16:54
JINHA
ŞIRNEX - Li Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê polîsan bêyî agahî bidin malbatên wan cenazê 8 welatiyên li Cizîr û Silopiya hatîn qetilkirin revandin. Parlementerê HDP'ê Osman Baydemir diyar kir ku ev sucê mirovahiyê ye. Hat zanîn ku 7 cenazeyên li Silopiya tên sekinandin jî xira dibin.
Li Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê cenazê welatiyên li Cizîr û Silopiya ji aliyê hêzên dewletê ve hatîn qetilkirin êdî cih di morgê de nemaye, beşek ji cenazeyan di depoya sar a nexweşxanê de tên girtin. Serê sibê bêyî ku agahî bidin malbatan polîsan beşek ji cenazeyan revandine. Di derbarê revandina cenazeyan de Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir û Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Ayşe Acar Başaran li ber morga nexweşxanê daxuyanî dan. Osman da zanîn ku revandina cenazeyan sucê şere û wiha domand: "Cenazê welatiyên li Cizîr û Silopiya hatine qetilkirin ji ber ku di morgê de cîh nîne bi rojane îskence lê têkirin. Ev sucê şere."
Osman bertekên tund nîşanî daxuyaniya Waliya îro bi awayê; "PKK û hevalbendên wan nahêlin cenaze bên definkirin" da û wiha got: "Weke ku sucê şer têrê nake, ser de jî derewan dike. Daxuyaniya Waliyê Şirnexê ya îro bi giştî ji derveyî rastiyê û manipulasyone."
Osman bilêv kir ku hîna di Morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê de 7 cenaze ji bo definkirinê tên girtin û wiha berdewam kir: "Hîna di morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê de 7 cenazeyên li benda definkirinê tên girtin hene. Li gel cenazeyê berî niha demkê anîn bûn 8 cenaze di morgê de. Divê ev cenazeyane li Cizîr û Silopiya bên definkirin. Cenazeyên hatine vêderê bêyî ku xeberê bidin malbaran 7 şandine Cizîrê, 1 jî şandine Silopiyayê."
Osman destnîşan kir ku bi awayek derhiquqî cenze revandine birine Cizîr û Silopiya, cenazê birine jî hîna nasnameyên wan nediyarin.
Li Silopiya 7 cenaze di malan û mizgeftan de tên girtin
Di qirkirina nijadiya dewlet ser Silopiya berdewam dike de ji 14 welatiyên jiyana xwe jidest dane hîna cenazê 7 kesan di malan û mizgeftan de tên girtin. Cenazeyên li benda definkirinê ne Mehmet Mete (10), Axîn Kanat (16), Reşit Eren (17), Şiyar Ozbek (25), Ayşe Buruntekin (40), Hasan Sanır (75) û herî dawî jî Seyfettin Sidar (30) nin. Hat zanîn ku ji ber cenaze pir tên girtin êdî xira dibin. Welatî hewildidin bi ava sar û cemedê pêşî li xirabûna cenazeyan digirin.
(zt)