Konferansa TEV-ÇAND bi girtina biryar û hilbijartina rêveber bi dawî bû
18:22
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Endamên jin ên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) a Rojava 2. konferansa xwe li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê bi girtina hin biryar û hilbijartina rêveberên TEV-ÇAND'ê bi dawî kir.
Li bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê 2. Konferansa TEV-ÇAND'ê li Navenda Çand û Huner bi tevlîbûna 225 delegeyan pêk anî. Konferansa ku bi tevlîbûnek gerim pêk hat bi girtina hin biryar û hilbijartina rêveberên TEV-ÇAND'ê bi dawî bû. Ji her bajarek 3'ê rêveber ji bo xebatê TEV-ÇAND'ê hatin hilbijartin û bi giştî di konferansê de 33'ê rêveber hatin hilbijartin. Biryarê ku di konferansê de hatine girtin wiha ne:
*Orkestreyek jin ji tevahî pêk hateyan wê bê avakirin
*8'ê Adarê wê bi tevlîbûna tevahî jinan xebatên hunerê werin amede kirin
*Amblema TEV-ÇAND'ê yê jinan wê bê çêkirin
*Ji 1'ê Adarê heya dawiya mehê jin wê bi cil û bergên xwe yên gelerî bigerin
*Navenda Çand û Huner wê li gundan bên avakirin
*Jinên Rojava wê her sal di 25'ê Mijdarê de pêşengehek wêneyan li dar bixe
*Roja şahdeta Viyan Peyman wê bibe roja şevbêrga dengêjan li Rojava
*Salê carek wê şeva helbestvaniya jin were pêk anîn
*Qadên ku hatine rizgar kirin xebatê çandî yên jin lê werin despêkirin
Konferans bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" , "Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye" û "Bijî Şoreşa Rojava" bi dawî bû.
(za/rc)