Bîlançoya teqînên li Qamişlo: 17 mirî, 30 birîndar

08:57

JINHA

QAMIŞLO - Alîkarê Serokê Desteya Tenduristiyê Silêman Ehmed diyar kir, ku di teqînên li Qamişlo de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 30 kes birîndar bûn.

Duh bi şev saet di 22:05'an de li xwaringeha Mîamî ya li taxa Wûsta û li xwaringeha Gabrîel a li taxa Seyahî du teqînan rû dan. Di teqînan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 30 kes birîndar bûn. Cîgirê Serokê Desteya Tendurûstiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed diyar kir ku di her du êrîşên de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi kêmanî 30 kes jî birîndar bûn. Silêman destnîşan kir ku birîndar li nexweşxaneyên Selam, El-Rehmê, El-Wetenî, Dar El-Şîfa û Nûr ên bajarê Qamişlo tên derman kirin. Desteya Tenduristiyê ji hemû nexweşxaneyan xwest ku bikevin rewşa lezgîn û bang li gel kir ku ji bo birîndaran xwînê bide.

Hêzê Asayîşê dan xuyakirin ku her du teqîn ji ber bombeyên paketkirî yên li xwaringehên Mîamî û Gabrîel hatin bicihkirin, pêk hatine.

(rc)