Li Rojava jinan kooperatîfa xwe avakirin
09:05
JINHA
QAMIŞLO - Bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star kooperatîfa Şehîd Viyan hat vekirin. Kooperatîfa ku di encama xebata aboriya komînên jinan de hatî vekirin, dest bi xebatê kirin.
Li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star kooperatîfa Şehîd Viyan hat avakirin. Kooperatîfa ku di encamê xebatên komîna jinan yê aboriyê hatî vekirin, jin dest bi karê çandiniyê kirin. Xebatê çandiniyê a destpêkê li gundê Hîmo hat despêkirin. Jinan ji bo pêşxistina aboriyê dest bi çandina nîsk û ceh kirin. Endezyara Aborî Ewaz Silêmen qala girîngiya çandiniyê kir û wiha got, "Ev sala yekem wekî jin em çandinê bi rengekî hevbeş pêk tînin. Rêxistina Yekîtiya Star tevî endamên komînan, kooperatîf vekirin û ji meha 11'an ve biryarê dest bi karkirinê girtin."
Ewaz da zanîn ku jinan 700 donim erd ji bo çandina nîsk û ceh veqedandine û wiha berdewam kir, "Li gorî plansaziyê me donimê di destê me de kême, ji ber vê em ê xebatê xwe berfirehtir bikin. Bi riyê vê kooperatîfê gelek jin wê tevlî xebatê bibin. Hem di warê aborî de hem jî di warê afrîneriya jinê de dê gelek pêşketin çêbibe."
Endama Rêxistina Yekîtiya Star Emîne Omer destnîşan kir ku jin di nava şoreşa Rojava de xebatên pîroz pêk tîne û wiha berdwam kir, "Em wek jin bi aweyek komînal dest bi xebatê dikin. Em niha erd derman dikin û kunê mişkan digrin. Bi çandinê re ew ê berhem derkeve holê û dê xebatên me dewlementir bibin." Emîne berxwedana bakûrê Kurdisanê jî silav kir û wiha pêde çû, " Em serkeftinê ji gelê bakûrê Kurdistanê re dixwazin. Gelê me dê bi serbikevin, xwedê ji Erdogan re nehêle. Ji bo berjiwendiya xwe mirovan qetil dike. Hêviyê me mezine, Rêberê me wê azad bibe û gelê me jî dê ji hovîtiya hikûmeta AKP'ê rizgar bibin."
Hikûmet Înana jî da zanîn ku ew 30 sale bi xebatê çandiniyê re mijûl dibe û wiha got, "Ev cara yekeme em wek jin bêy ku xwe muhtacê mêr bikin xebatek xweser pêk tînin. Bi sayê felsefeya Rêber Apo me hêzê xwe naskir. Bi hêviya azadiya tevahî gelan ez berxwedana gelê Kurd silav dikim."
(re/rc)