Hediye Yusif: Encamê berxwedanê wê serkeftin be

09:06

Rûksen Efrîn - Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN - Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif derbarê sala 2015'an nirxand û diyar kir ku salek bi berxwedan û serkeftinên mezin hatî borandin.

Şoreşa Rojava bi berxwedan û têkoşîna înşakirina Xweseriya Demokratîk ji tevahiya cîhanê re bûye çavkaniya mînakê. Derbarê xebatê salek de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif nirxandin kir. Hediye da zanîn ku sala 2015'e salek bi têkoşîn û berxwedanên serkeftî derbas bûye û wiha got, "Di sala 2015'an de gelek herêm bi berxwedana gel û şervanên YPG/YPJ'ê ji destê çeteyan hat rizgar kirin."Hediye destnîşan kir ku ligel xebatên înşakirinê ew gelek koçberên Şengalê ên ku ji destê çeteyan rizgar bûne bi cih kirine û wiha domand: "Di rewşên giran de me hemêza xwe ji gelê xwe yên Şengalê re vekir. Ji bo wan jî gelek xebat hat pêk anîn. Li gel hemû şert û mercê jiyanê ên giran û êrîşê çeteyan, gelê me di qadê çandî, aborî, leşkerî, siyasî û civakî de pêngavên mezin avêtin. Berxwedana Şengal, Rojava û bakûrê Kurdistanê yê azadiyê berdewam dike."

'Têkoşîna 40 salan, wê di salê nû de bi serbikeve'

Hediye anî ziman ku ev sal sala berxwedan û înşa kirinê ye û wiha pêde çû: "Li bakûrê Kurdistanê jî berxwedanek mezin tê dayîn. Gelê Kurd li bakûr xweseriya demokratîk îlan kir û gavên despêkê ên înşakirinê davêje. Dexwaza xweseriyê encamê têkoşîna 40 saliye. Gel li hember kiryar û hovîtiya çeteyên AKP'ê di nava berxwedan û serhildanê de ye. Azadiya gelê Kurd wê bibe azadiya tevahî gelê cîhanê." Hediye bilêvkir ku têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ji bo azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalane û wiha pêde çû, "Bi hêviya ku sala nû bibe sala azadiya Rêber Apo û tevahiya gelê Kurd. Di şexsê gelê Rojava û bakûrê Kurdistanê, wê neqşa rêya jiyana demokratî û azad li Rojhilata Navîn pêk were. Dervî felsefeya Rêber Apo, xilasiya gelê rojhilata navîn zehmete. Jiyana wekhev û demokratîk ancax bi felsefe û hizrê Rêber Apo pêk were."

'Encamê berxwedanê wê serkeftin be'

Hediye balkişand ser berxwedana dîrokî yê Kobanê û wiha got, "Kobanê rihê wekhevî û bawerî di nava gelan de avakir. Ji ber vê di salê pêş de jî gel dê dest bide destê hev û hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê têbikoşin û ji tevahî herêmên Rojava paqij bikin. Avabûna hêzê HSD'ê encamê vê berxwedanê bû. Encamê berxwedanê wê serkeftin be."Hediye diyar kir ku ew bi hêviya azadî û aştiya tevahî gelan têdikoşin û wiha pêde çû: "Sala nû wê bibe xilasiya ji pergala desthilatdariyê û kapîtalizmê. Gel bi keda xwe civaka demokratî avakir û dê vê înşayê berfirehtir bike. Berxwedana gelê me ên li bakûrê Kurdistanê encamê vê yekê ye. Em ê xweseriya xwe misoger bikin. Em ê bibin yek û dawî li şîdet û qetilkirinê bînin. Têkoşîna me dê bidome."

(rc)