Jin wê Sakîne, Fîdan û Leyla bi çalakiyên girseyî bibîr bînin
09:06
JINHA
AMED - KJA'ê di 3. salvegera komkujiya Parîsê de wê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi çalakiyên ku pêk bîne werin bîranîn. Starta çalakiyan yê ku li Amedê û navçeyê wê ji 1'ê Çileyê bê dayîn, di 9'ê Çileyê de jin wê ji Qada Batikentê heya Qada Îstasyonê bimeşin.
Bi boneya salvegera Komkujiya 9’ê Çileya sala 2013’an ku sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tê de hatin qetilkirin wê li Amed û navçeyên din bi meşek girseyî werin bîranîn. Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) di 9'ê Çileyê de jin wê ji Qada Batikentê heya Qada Îstasyonê bimeşin.
Çalakiyên bîranînê ên navçeyan jî wiha ye:
Peyas
2 Çilê li Taxa Medya civîna jin
3 Çilê li Taxa Bariş û Mezopotamya civîna jin
6 Çilê sînevîzyon û semîner wê bên dayîn
5 Çilê li Taxa Huzuevleri civîna jin
7 Çilê li Taxa Peyas û Firatê civîna jin
Rezan
1'ê Çilê heya 7'ê Çilê wê serpêhatiya Sakîne Cansiz ji meclîsê taxê re bê vegotin
4 Çilê panel
8 Çilê li navçeyê bi tevlîbûna nûçegihanên jin wê sînevîzyona û belgesela "Sara,Rojbîn û Ronahî' bê temaşe kirin
Yenîşehîr
9 Çilê wê li 3'ê taxan sînevîzyon bên temaşe kirin
3 Çilê li 450 evlerê
5 Çilê li Şehîtlîkê
7 Çilê jî wê li Tokî û Uç Kuyular pêk were
Sur
5 Çilê li Taxa Meclîsa Lalebey sînevîzyon
6 Çilê li Meclîsa Taxa Îskender Paşa bîranîn
7 Çilê li Çarikliyê bîranîn
Plansaziya 9'ê Çilê yê navçeyên derdor
5 Çilê saet 12.00'an de li Karaz, Gêl û Lîcê meş
6 Çilê saet 12.00'an de li Bîsmîl, Erxenî, Pîran meş
7 Çilê saet 12.00'an de li Ferqîn û Çinarê meş
8 Çilê saet 12.00'an de jî li Pasûr, Hêne û Hezro meş
(rc)