Ji Mêrsînê ber bi Cizîrê ve jinek: Bi navê Têkoşîn çîroka barîqatan

10:07

Asya Tekin-Asmin Bayram/JINHA

ŞIRNEX - Ji bo dengvedana berxwedana di dilê Cizîra Botanê de tê dayîn Tekoşîna ku ji Mêrsînê ketî ser rê 2 zarokên xwe teslîmî hevserê xwe kiriye û hatiye beşdarî YPS'ê bûye. Tekoşîn got: "Berî azadkirinê pêdivî bi azadiyê heye." Tekoşîna ku 18 rojin bê navber li Cizîrê di nava berxwedanê dene bang kir û got: "Li peyî van barîkatan tenê mêr nîne, jin jî hene, jiyan jî heye."

Şoreşgerek jin di nava şoreşa Vietnamê de wiha gotiye: "Şoreş ne bi tang û topan bi baweriyê dibe..." Li Kurdistanê 40 salin di nava berxwedan û şoreşê de jin bi diruşma "Jin jiyan azadî" bi bawerî û giyan têdikoşin. Carekdinê di berxwedana 18 rojan a Cizîra Botanê de çîroka jinekê li piş barîkatan balê dikişîne.

Navê wê Tekoşin, 2 zarokên wê hene

Tekoşin, di sala 1990'an de hîna biçukbû bi zora dewletê ji gundê xwe koç kiriye. Tekoşîn di rêya koçberiyê de mezin bûye, li Mêrsînê bi cîh bûye û dayîka 2 zarokane. Birîna wê ya nasnameya kurdbûnê ticarî nehatiye pêçan. Dema ku li Cizîrê berxwedanê despêkirî Tekoşîn gotiye: "Dema ku li wê zarok bimirin ez li vêderê nikarim li ruyê zarokên xwe binêrim" zarokên xwe teslîmî bavê wan kiriye û ketiye rê. Tekoşîn niha ji bo pêçana du birînên xwe yên jinbûn û kurdbûnê li piş barîkatan di berxwedanê dene.

'Weke jinek ez bêdeng nemam...'

Tekoşîn bi dengek tejî hêvî wiha çîroka jiyana xwe vedibêje: "Ez li Mêrsînê dijîm. Beriya tevlîbûna YPS'ê ez jina malan di hindirê malê debûm. Min di televizyonan de berxwedan dişopand. Min bêmafiya dewlet li me dike û şehîdên çêdibin dişopand. Wijdana min ev tiştên çêdibe nedipejirand, ez jî bi dildarî beşdarbûm. Hevalên li vêderê ji bo min gotin: 'Du zarokên te hene, tu newe.' Ji ber ku wijdanam min êrîşên ser Cizîrê nepejirandiye ez hatim. Niha ez zarokên xwe nabînim, ew li gel bavê xwe ne. Min weke dayîkekê dît dewlet çawan êrîşî zarokan dike, wan qetildike. Weke jinek û mirovek li hemberî wan kirinan qet wijdanê min ne rihetbû. Ji bo ku weke jinek bidim nîşandan ku ez hem dikarim li zarokên xwe binêrim û hem jî şer bikim, ji bo wê li vêderême."

'Gotin zarokên te hene tu nekarê...'

Têkoşîn got, "Li Kurdistanê wek dayîkek jiyan kirin an jî wek jinek şervan bê guman zehmete. Gotinê wek 'zarokên te hene tu nikarî bikî, tu jinî nabe' hatin gotin. Gotin 'Jinek nikare li çaperande bisekine'. Bi sekna xwe min nîşan kir ku jinek an jî dayîkek dikare bi dildarî li çeperan berxwebide. Ez bîra zarokên xwe dikim, lê di wê zanabûnê de me ku ev têkoşîn di heman demê de ji bo wane jî."

'Azadî bi azadkirinê re pêk tê'

Têkoşîn her peyvek bi wateyên mezin hildibijêre û wiha dom dike, "Azadî bi azadkirinê re pêk tê. Du zarokên min ên keç hene. Divê nasnameyê min û keçê min yê pêşerojê azad be. Li cihê ku têkoşîn nebe kes nikare qala azadiyê bike. Li pişt van barîqatan seknîn ne hêsane. Li pişt barîqatan ne tenê mêr jin û jiyan heye. Têkoşîn zehmete lê bêlê bi têkoşîn ê jî em dikarin van zehmetiyan ji holê rakin. Çiqas zehmetî pêk were ewqas mirov bawerî bi xwe tîne. Li pişt barîqatan zarokên min û tevahî Kurdistan tê bîra min. Ji bo mirin û kuştinê ne ji bo azadî û azadkirinê li virim. Ez cîhanek ku jin bi aweyek hovane ji aliyê mêran ve neyê qetilkirin û zarok bi çand û zimanê xwe mezin bibin dixwazim. Têkoşîna min dê bidome ji ber vê yekê min navê xwe kir Têkoşîn."

'Ez bendê tevahî jinanim li pişt barîqatê'

Banga Têkoşîn jî wiha ye, "Em li Cizîrê ne û em ê li vir bin. Di nava 18'e rojan de hêzên dewletê nekarîn gavek li Cizîrê pêşve werin. Sekvan jin û zarokên vir digre hedefên xwe û qetildike. Ji ber vê dewlet nekarî tu encam bi dest bixe. Nekarî bikevin çeperên me û wê nekevin jî. Ez bang li tevahî jin û dayîkan dikim ku xwedî li azadî û jiyana pişt barîqatan derên dikim."

(zt/rc)