Li Kobanê semînera zagonên jin didome

10:20

JINHA

KOBANÊ - Di çerçoveya xebatê înşakirina civakê nûde, Rêxistina Yekîtiya Star a Kobanê li Taxa Botan yê rojavayê Kobanê semîner derbarê zagonên jin de li darxist.

Xebatê înşakirinê li Rojava yê ku bi pêşengiya jinan pêk tê her ku diçe rastî eleqeyek mezin tê. Rêxistina Yekîtiya Star a Kobanê bi armanca danasîna zagonên jin xebatê xwe yê semîneran li gund û bajêr didome. Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Newroz Miştenûr, Sara Xelîl û Xalîse Hec Qedir bi beşdarbûna gelek jin û welatiyên Taxa Botan yê rojavayê Kobanê semînerek yê danasîna zagonên jin da. Welatî û jinên taxê eleqeyek mezin nîşanî zagonên jin dan.

Semînera danasîna zagonên jin bi pirs û bersivê dîwanê bi dawî bû.

(re/rc)