Fermandara YPJ'ê qala hemleyê başûrê Kobanê kir
12:00
Gulan Botan/JINHA
KOBANÊ - Fermandara YPJ'ê Rengîn Rênas ji Bendava Teşrînê wiha got, "Me li Kobanê soz da ku wê Şengalek din neyê jiyan kirin" û em soza xwe bi cih tînin. Ji bo serkeftina hemlê YPJ'ê di astek bi hêz de rola xwe leyst û perpirsyariya xwe bi cih anî."
Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina hemû gundên başurê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bike di 23’ê kanunê de ketin nava têkoşînê. Di têkoşîna rizgarkirina gundan de bi dehan gund rizgar kirin. Niha jî Bendava Teşrînê ya di hemleyê de ciheke girîng digire xistin bin kontrola xwe. Derbarê hemleyê rizgarkirinê de duh daxuyanî li Bendavê Teşrînê hat dayîn. Bi tevlîbûna YPJ, YPG, HPC, Artêşa Azad, Hêzên Asayîşê, Tugayê Azad û gelek hêzên din di bin sîwana QSD'ê de hatine ba hev. Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rengîn Rênas derbarê Hemleya Azadkirina başûrê Kobanê de ji ajansa me re axivî.
'Di serkeftina hemlê de rolê jinan girînge'
Rengîn da zanîn ku di hemelya ku Hêzên QSD'ê dane despêkirin de jin pêşengiyê berxwedanê kirine û wiha got, "YPJ'ê weke li her qadê di nava vî hêzî de jî pêşengiya berxwedanê kir. Wek YPJ'ê di hemleyê de di astê herî jor de me erkê pêşengiyê pêk anî. Me ewlekariya gelê di bin dorpêça çeteyan de hilda ser milê xwe. Ji bo ku ziyan neghê gel û pêkanîna parastina gel komên cuda me avakirin. Niha em li Bendavê Teşrînê ne. Hemû hêzên ku di bin sîwana QSD'ê de kombûne bi fedekariyek mezin li hember çeteyên DAIŞ'ê berxwedidin. Roja jin di berxwedanê de xwedî cihek serekeye, divê ev yek tu car neyê pişt çavkirin."
'Soza ku me li Kobanê daye em bi cih tînin'
Rengîn bi bîr xist ku ew li Kobanê wek YPJ'ê soza ku 'Wê Şengalek din neyê jiyan kirin' dane û wiha pêde çû: "Em îro vê soza xwe bi cih tînin. Yekîneyên jin li her derê hatî avakirin û asta têkoşîna jin êdî ji berê bilindtire. Divê jinên ciwan bi taybet tevlî YPJ'ê bibin û li hember çeteyan di çeperên pêş de têbikoşin. Divê jin xwedî li nirxên xwe derên. Êrîş û komkujiyên hember Kurdên bakûrê Kurdistanê, tê wateyê êrîş li hember jiyana xweseriya demokratîke."
'Dixwazin gel û Rêbertî ji hev qut bikin'
Rengî bal kişand ser pêkanîna tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir, "Rêbertiyê me di bin tecrîdek giran de tê girtin. Hewldidin gel û Rêbertî ji hev qut bikin. Dixwazin gel bê rêber bihêlin. Lê divê were zanîn di warê fîzîkî de ew qut jî bikin di aliyê rih de ev gel bi rêbertiyê xwe ve girêdaye. Rêbertî ji bo gelê Kurd xwedî cihek girînge. Yekîtiya gel û ciwanên kurd wê tecrîd û dorpêça ser Nisêbîn, Kerboran, Silopî û Surê ji holê rake. Gelê Kurd statuya xwe dixwaze û wê tu car jiyanek bê çand û ziman nepejrîne."
'Jin wê komployê vala derbixin'
Rengîn da zanîn ku jin êdî ne di pozîsyona parastinê de ne û wiha got, "Bi taybet jinên bakûrê Kurdistanê di warê parastinê de xwe pêşxistine. Yekîneyên parastinê avadikin û di xetên pêşde têdikoşin. Jin wekî ku li Rojava êrîşê dagirkeran şikandine wê li Tirkiyê jî bi berxwedana jin êrîş bên şikandin. Êrîşên îro pêk tên bingeha wê berdewamiya komploya ser Rêbertiye. Yê ku vê komployê vala derxe jine. Em hemû jinên berxwedêr silav dikin û dibêjin berxwedan wê bi serbikeve."
(rc)