Ji bo meşa Sur û Botanê bi hezaran kombûn

12:07

JINHA

AMED - Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD, KJA û tevlîbûna rêxistinên saziyên sivîl bi hezaran kes li ber Şaredariya Başarê Mezin a Amedê ji bo meşa Surê û rêwîtiya ber bi Botanê ve kombûne.

Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD, KJA û tevlîbûna rêxistinên saziyên sivîl bi hezaran kes li ber Şaredariya Başarê Mezin a Amedê ji bo meşa Surê û rêwîtiya ber bi Botanê ve kombûne. Li ber derê şaredariyê gelek kesên ji Bodrum, Îzmîr, Ayvalik, Stenbol, Tekirdag, Mêrsînî, Foça û Enqere hatine jî hene. Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, parlementerên HDP'ê, hevşaredar û bi hezaran welatiyên ji navend û navçeyên derdorê hatin di saetên serê sibê de li ber avahiya şaredariyê civiyane. Kedkarên Tenduristiyê jî ji bo hevalê xwe Aziz Yural ê li Cizîrê hatî qetilkirin li ser wan kincên nexweşxanê yên bi xwîn û di destê wan de wêneyên Aziz heyî ji aliyê Ofisê ve hatin ber şaredariyê.

Li ber şaredariyê kedkarên tenduristiyê bi jinên ji Bodrumê û deverên dinê hatin re daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gotin: "Em ji bo dengê xwe tevlî dengê we bikin hatine. Ne li Îzmîr û Enqerê aştî li Cizîr û Nisêbînê dibe."

Her diçe girse mezin dibe. Pankartên weke "Şehîdên me bê mirinin, em di şîn û serhildanê denin, emê hesabê vê bipirsin" û dovîzên weke "Li hemberî mirinê jiyan, li hemberî reş sipî", "Ne ji bo mirinê ji bo jiyanê ez ber bi aştiyê ve dimeşim", "Ji Bodrumê ber bi Surê ve lezgîn aştî" û "Li Rojhilat roj hilneyê, li rojava roj nabe" hatine hildan. dengê diruşmên weke "Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan", "Bijî berxwedana Surê", "PKK gelek gel li vire" û "Bijî Serok Apo" bilind dibe.

(zt)