Ser meşa bi sed hezaran ber bi Surê ve êrîş
12:17
JINHA
AMED - Êrîşî meşa bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD, KJA û tevlîbûna rêxistinên saziyên sivîl a ji bo Surê û rêwîtiya ber bi Botanê ve kirin.
Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD, KJA û tevlîbûna rêxistinên saziyên sivîl bi hezaran kes li ber Şaredariya Başarê Mezin a Amedê ji bo meşa Surê û rêwîtiya ber bi Botanê ve kombûne. Bi hezaran kesên li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê kombûn bi pankarta "Şehîdên me bê mirinin, em di şîn û serhildanê denin, emê hesabê vê bipirsin" û diruşmeyan dest bi meşê kirin. Lê polîsan destur nedan meşê û girse li ber Ordueviyê dan sekinandin. Li wê Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag daxuyanî da. Di dema axaaftinê de dengê teqînekê hat. Piştî dengê teqînê bêyî ti agahiyan bidin polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxeleyî girseyê kirin. Dema ku dengê teqînan zêdebûn, polîsan gaza îsotê li her derê reşandin.
Di dema mudaxeleyê de guleya gaza îsotê bi çavê welatiyê bi navê Mustafa Kurt ket û birîndarbû, gelek kesên dinê jî birîndarbûn.
(zt)