Dergûşa mirovahî û dîrokê Heskîf bi berfê xemilî

13:12

JINHA

ÊLIH - Cih û warê derqûşa mirovahiyê û dîrokê navçeya Heskîfê bi barîna berfê xwe bi kirasek spî honand.

Li navçeya cih û warê dîrok, çand û xwezaya giranbûha li Navçeya Heskîfa Êlihê bi barîna berfê di saetên serê sibê de destpêkir û hemû derdor ango xweza bi berfê xemilî. Di her çar 4 demsalan de ku Heskîf bi rengê cûda dixemile û malovaniya dîrokê dike, vê carê bi kirasê spî yê berfê şêwazek cudatir girt. Piştî barîna berfê dîmenek hêjayî dîtinê li Heskîfê derket holê.

(eb/rc)