Meşvanên Surê cardin komdibin
13:38
JINHA
AMED - Di dema mudaxeleya meşa Surê de polîsan ber derê Navenda GAlariya ya kirîn û firotinê girtin welatiyên ku ji ber mudaxeleyê di wê de komûbûn di navê de rojnameger, hunermend û yên ji Stenbolê hatîn jî heyî 20 kes girtin binçavan. Gel carekdinê komdibin.
Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD, KJA û tevlîbûna rêxistinên saziyên sivîl bi hezaran kes li ber Şaredariya Başarê Mezin a Amedê ji bo meşa Surê û rêwîtiya ber bi Botanê ve kombûne. Mudaxeleyî meşa bi sed hezaran kirin, welatiyê bi navê Mustafa Kurt ku qalikê guleya gazê bi çavê wî ket, ew û gelek din birîndar hene. Ji ber zêdebûna gazê gelek kes ketin Navenda Galarya ya kirîn û firotinê. Polîsên tîmên tayîbet ketine hindirê navendê di wê de gelek kes binçav kirin. Her wiha di navê de Endama Koordinasyona KJA yê Zubeyde Zumrut û jinên ji Bodrumê jî hatine heyî 50 kes ji aliyê polîsan ve di odeyekê de hatine girtin.
Di navê de Parlementera HDP'ê Sibel Yigitalp û Berdevka KJA yê Ayla Akat Ata jî heyî welatî cardin li ber derê Navenda Galariayê kom dibin. Bi diruşmên "Bijî berxwedana Surê" û "Çapemeniya azad bêdeng nabe" welatiyên di nava galariyayê dehatine girtin derketin, lê ji wan 20 kes girtin binçavan. Di nava yên hatin binçavkirin de Muzîsyenê NÇM'ê Şêrko jî heyî du rojnamegerên Kurdsadê û aktîvîstên aştiyê yên ji Stenbolê hatine jî hene.
Hat zanîn ku birîndarê bi zorê ji nava galariyayê derxistin Salih Yilmaz e. Cardin gel ji ber galarya ber bi şaredariyê ve di meşin.
(zt)