Li Nisêbînê gule li gel hatin reşandin
15:17
Kanûn
31
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule berdan gelê ku bendên xweparastinê zexm dikir.
Li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên Nisêbînê, gelê ku bendên xweparastinê zexm dikir, rastî êrîşê hat. Ji maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra yên li Kolana Çaxçaxê û nexweşxaneya berê bi cih bûbûn, gule li gel hatin reşandin. Bi şens tiştek bi kesî nehat. Şêniyên taxê jî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Nisêbînê" bersiv dan êrîşan.
Tevî êrîşên dewleta Tirk jî, xebatên zexmkirina bendên xweparastinê dewam dikin.
(rc)