Jinên Asayîşa Efrînê perwerdeya xwe bi coşek mezin dawî kir

16:30

JINHA

EFRÎN - Akademiya Fikir û Ramanê Azad a girêdayî Rêxistina Yekîtiya Star yê Efrînê Dewreya Şehît Doza Efrîn ya 8. bi şahiyek dawî kir.

Akademiya Fikir û Ramanê Azad a girêdayî Rêxistina Yekîtiya Star yê Efrînê Dewreya Şehît Doza Efrîn a jinên Asayîşê bi dawî kir. Dewreya 8. a ku mehek berdewam kir, bi waneyên dîroka Kurdistanê, civaka xwezayî, têgeh, rastiya şoreşgertî, civaka zayend perest, dîroka jin, zagon, netewa demokratîk, parastin, siyaset û displîn hatin dîtin. Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Zelal Ciger di merasîma girtinê de axivî û diyar kir ku Asayîşên Jin wê hevsengî û aramiyê di nava gel de avabikin û wiha got, "Bi hêza ku ji perwerdê hatî girtin ew ê jin di nava civakê de rol bigrin ser milê xwe. Li hember komkujî binpêkirina maf jin bi boneya sala nû wê bi hêza perwerdê û rihê demê tev bigere."

Dûvere Hevseroka Desteya Hûndir Ferîde Ebdo li ser girîngiya berxwedaniya jin axaftin kir û wiha got, "Di qadê leşkerî, parastin û civaka Rojava de jin bi berxwedana xwe bû mînak ji tevahî cîhanê re. Jin bi têkoşîn û sekna xwe wê zagonên jin jî bide jîndan." Piştî axaftinê bi boneya dawî hatina dewreyê perwerdê û ser salê jinên asayîşê şahiyek pêk anîn. Dewre bi sitran û girtina govendê bi dawî bû.

(th-fr/rc)