Polîsan li Sîlopiyê ciwanek revand û înfaz kir

18:17

JINHA

ŞIRNEX - Polîs û tîmên taybet ên nikarin berxwedana rêveberiya cewherî têk bibin, vê carê înfaz dikin. Ciwanê 18 salî Necatî Oden ê dema ji mala xwe çû mala cîranan ji aliyê polîsên taybet ve hat revandin û di bin çavan de înfaz kirin. Piştî polîsekî di medya civakî wêneyê wî parve kir, rastî derket holê.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê gel li dijî rêveberiya awarte 18 rojin berxwedana rêveberiya cewherî pêş dixe. Hêzên dewletê ku 18 rojin nikarin berxwedana rêveberiya cewherî bişkînin vê carê direvîne û înfaz dikin. Li navçeya Sîlopiyê 18 rojin êrîşên hêzên dewletê berdewam dikin. Polîsan li taxa Nuhê ciwanê 18 salî Necatî Oden, dema ji mala xwe diçû mala cîranên xwe ji aliyê polîsên taybet ve hat revandin û 3 rojin agahî jê nayê girtin. Piştî polisan di Twitterê de wêneyê Oden yê hat înfazkirin bi navê @galip0617 belav kir û li bin wêne nivisa "Li Sîlopiyê leş heye, destê lê daye dert nebînin. Agirê we zêde be xayin" nivîsand, derket holê ku Necatî ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. Cenazeyê Necatî, bêyî malbatê rakirin morga dewletê ya Şirnexê. Polîsan di 2 rojan de 2 kes înfaz kirin.

Polisan bi hesabê @galip0617, duh jî wêneyê bavê 4 zarokan ê 55 salî Îsmail Yevşan piştî înfaz kirin di medaya civakî de belav kiribûn.

(rc)