Jinên koçber dixwazin sala 2016'an vegerin warê xwe
19:53
JINHA
SLÊMANÎ - Koçberên Rojavayê yên li kampa "Barîke" ya nêzî bajêrê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê dijîn, dixwazin di sala nûde vegerin Rojava.
Bi boneya hatina sala nû grûbek ji xwandevanên Zanîngeha Silêmaniyê ji kampa koçberên barîk a nêzî bajêrê Silêmaniyê şahîyek li darxistin. Xwandevan ragihandin ku armanca wan kêm kirina êşên welatiyên kampêye ku di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Ya herî balkêş hijmara zêde ya zarokan bû ku bi hêviya hatina salek nû û jiyanek nû kom bibûn. Lê di ruyêwan de êşa xerîbî û zehmetiyên jiyanê dibariya. Her zarokek di xwast bi axive hêviyên xwe bîne ziman. Dema me guhdarî wan kir tevan di xwastin vegerin rojava û di jiyanek aramde biçin dibistanê. Herweha jinan jî raghand ku ew dixwazin di demek herî nêzde vegerin ser warê xwe.
Jina bi navê Nesrîn ku ji bajêrê Qamîşloye ev zêtrî salekêye li kampa koçberan ya Barîke jiyan dike ragihand ku rewşa jiyana wan ne başe û got ku hêviya wan ewe ku vegerin Rojava û di nav xizmên xwe bijîn.
Hêvin Hesena ya 28 salî ku ji bajêrê Helebê hatiye Başurê Kurdistanê ev 4 mehe li kampa koçberan dijî. Hêvîn got: "Jiyan li ser warê mirov bi wate û xweşe. Em dixwazin di sala bê de bi çin Rojava."
Zaroka bi navê Reyan got: "Em tenê dixwazin vegerin bajêrê xwe û tiştekdin naxwazin."
Zarokê bi navê Ciwanê 12 salî jî got: "Em dixazin sala 2016'an li Rojava derbas bikin. Livêr em nikarin derkevin çunkî vêr wek zîndanê ye."
(şb/zt)