Jinên Kobanê erkê parstinê hildane ser milê xwe

09:04

Rabîa Eto/JINHA

KOBANÊ - Hêzên Parastina Civakî (HPC) ên jin li Kobanê her roj ji bo parastina civak û bajêr derdikevin dewriyê û nobeta sînor digrin. Jinan diyar kirin ku piştî Hêzên Suriya Demokratîk dest bi hemlê kirine ew jî erkê parastinê herêmê hildane ser milê xwe.

Erka parastina Kantona Kobanê a ku bi berxwedana jin ji tevahî cîhanê re bû mînak, xebatên parastinê bê navber pêk tînin. Hêzên Parastina Civakî (HPC) ên jin li Kantona Kobanê erkê parastinê hildane ser milê xwe. Jinan diyar kirin ku ew ji bo parastina herêmê xwe li ser erkê xwe ne û derdikevin dewriyê û nobetê digrin. Endama HPC'ê Şahîba Osman Ebûş a ku li taxa Şehît Serhed erkê parastinê pêk tîne wiha got, "Hemleyê QSD'ê li başûrê Kobanê despêkir, me jî erka parastina bajêr û taxan hilda ser milên xwe. Em dertên nobetê û parastina sînor dikin. Ji bo ku çete derbasî herêmê nebe em warên xwe diparêzin." Şahîbe serkeftinê ji hêzên QSD'ê re xwest û got ku hêviya wan a serkeftinê mezine.

'Em bajar û sînorên kantonê xwe diparêzin'

Endama HPC'ê Hûde Îbo yê ku ji pêkhateya Erebe wiha qala parastina sînor kir, "Wek jin me hemleya parastina tax û civakê daye despêkirin. Divê her endamê civakê berpirsyariya parastinê hilde ser milê xwe. Em bajar û sînorên kantonê xwe diparêzin. Divê ji bo parastinê her kes berê xwe bide warê xwe. Em serkeftina QSD'ê pîroz dikin."

Di dawiyê de Rewşen Berxo jî derbarê parastinê de wiha got, "Em ji bo parastinê dertên nobedariya sînor. Sibê saet 04.00'an em tên nobetê, piştre hevalên me ên din tên nobet werdigrin. Di encama berxwedan û xebatê me de wê serkeftin bi dest bikeve. Ez rizgarkirina Bendavê Tişrînê jî li tevahî hevalên xwe û gelê xwe pîroz dikim. Serkeftin wê yê hevalên me bin."

(rc)