Dayîkên ku zarokê wan ji aliyê polîsan ve rastî tacîzê tên bi gumanin
09:06
JINHA
WAN - Zarokê bi navê F.B' (11) û zarokê bi navê N.K (9) wek çalakvan hetin binçavkirin û rastî cezaya girtîgehê hatin. Malbatên wan nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku êdî nikarin li Kurdistan û Tirkiyê jiyan bikin.
Zarokên bi navê N.K 9 salî û F.B 11 salî bi hinceta ku "Tevlî çalakiyan bûne" ji aliyê dadgeha bilind ya Wanê ve rastî cezayê hatin. Zarokê bi navê F.B ji berî çend rojan dema ku ji dibistanê dihat malê ji aliyê polîsan ve bi hinceta "çalakvane " hate binçavkirin. Dema ku F.B hate binçavkirin polîsan di maşîneya xwe ya zirxî de îşkence lê kirin û gefa mirinê lê xwarin. Li gorî îddaya F.B dema ku wî birine nexweşxanê bijîşkên nexweşxaneyên jêra gotine ku "Ji ber ku tevli çalakiyê bûyî em te derman nakin" û nehat derman kirin.
'Dewlet zarokên me ji xwera hedef digre'
Zarokê bi navê N.K berî 2 mahan da dema ku li ber derîyê mala xwe listik dileyst ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û di nava maşîneya xwe ya zirxî de îşkence lê kirin û birin Miduriyeta Polîsan. Piştî ku N.K serbest hat berdan ji dadgehê doz lê hat vekirin. N.K yê 9 salî dê di 28.12.2015 dê derbikeve pêşberî dadgahê. Dayîka N.K yê ,Songul K diyarkir ku êdî dewlet zarokên me ji xwera hedef digre.
'Ji ber polîsan em nikarin derkevin derve'
Songul îdda kir ku polîs dixwastin kurê wê bikin sîxûr û ev tişt got: "Polîs zarokên me dibe dikanan û bi tiştên dikanê dixapîne. Di bêjin navên hevalên xwe bidin gelo zarokên me çi di zanin ku polîs wan çi di xwaze, Zarokê min gelek tirsyabû û polîs gelek îşkence zarokê min kiribû. Malên me ser rê ne û em ditirsin, nikarin derbikevin derve. Polîs heya derengiya şevê ji taxên me dernakevin û gelek xebera dibêjin."Songul destnîşan kir ku derûniya kurê wê xira bûye û wiha axivî: " 2 rûpel hatine ku kurê min îfade bidê, zarokê min dê îfade ya çi bide.
'Navê 5 kesan ji min dixwestin lê min wan nas nedikir'
Zarokê bi navê F.B berî 3 rojan ji dibistanê derket û gel hevalên xwe ji bo spartekê xwe çêbike diçû cefeya înternetê, maşîneya zirxî pêşiya wan girtî û wan girt bin çavan. F.B serpêhatiyên xwe wiha anî ziman: "Dema ku polîsan rêya me giritn em gelek tirsiyan û em ji ber xwan bazdan. Polîsan jî em wek sucdar dît û dane pêy me. Ez ketim erdê û polîsan porê min girtin û di nava maşîneya xweda bi 5 kesan ve îşkence li min kirin. Polîsan bê navber ji me ra gotin ku navê 5 kesên ku tevlî çalakiyan bûne bêje, wê demê em ê te berdin. Min ji wan re got ku ez wan nasnakim û kesên hûn dixwizin jî ez nizanim kî ne.Wan bi tund li min didan û gefê mirinê li min dixwarin."
'Bijîşk min derman nekir'
F.B ê destnîşan kir ku dema çûn nexweşxaneyê bijîşk ji wan re gotiyê ku "Tu tevlî çalakiyê bûyî ez te derman nakim" û min derman nekir. Dayîka F.B ê, Menîce B. diyar kir ku 5 polisan li kurê wê îşkence kirine û zarokên me êdî di tirsin biçin dibistanê. Menîce berdewamiya axaftina xwe de got ku polîsan derûniya kurê wê xerakirine û ev tişti li gotina xwe zêde kir: "Dema ku kurê min hate binçavkin ji ber îşkenceya girina derûniya wî xerabûye. Polîsan di wê demê de ji kurê min F ê re gotinê ku em ê tê bikujin û bila dayîk û bavên te, çermê te li ser çopan kombikin û kurê min ji ber vê yekê gelek tirsiya û ji tirsan naçe dibistana xwe."
(hk-ry/ho/rc)