'Ji bo ser axa îşkal kirine berxwedanê bişikênin êrîşî bedena jinan dikin'
09:07
Habibe Eren/JINHA
ENQERE - Şîlan Aydnin diyar kir ku di demên dawî de di serdegirtinên malan û kolanan de herî zêde jinan hedef digirin û înfaz dikin û got: "Li her devera cîhanê dema ku deshilat axekê îşkal dikin, ji bo şikandina berxwedanê êrîşî bedena jinan dikin."
Rêvebera Şaxa Komeleya Hiquqvanên Azadîxwaz Şîlan Aydin wiha got: "Di ti Paketên Ewlehiya Hindir de peyîwira qetilkirinê nadin polîsan. Di înfazê de normek hiquqî nîne. Tenê îradeyek nenaskirina hiquqê heye, ew jî kîn û nefrete."
'Di raporên mafê mirovan ên navnetewî de înfaza bê daraz di rêza yekem de cîh digire'
Rêvebera Şaxa Komeleya Hiquqvanên Azadîxwaz Şîlan Aydin ji bo JINHA yê nirxandin kir. Şilan balkişand ser raporên mafê mirovan û wiha domand: "Di giştî raporên înfazê de îdiayên weke kesên hatine înfazkirin bi polîsan re şer kirine, ketine nava şer hane. Ev jî ji bo ku polîs bê ceza bimînin tên kirin. Di dîmenên qetilkirina Dilek Dogan de her tişt li ber çavan bû. Li wê ji înfaza bê daraz zêdetir înfaza vekirî çêbû."
'Tehmûla pergalê ji azadbûna jinan re nîne'
Şilan destnîşan kir ku di şeran de despêkê jin hedef tên girtin û wiha berdewam kir: "Li her devera cîhanê di êrîşên deshilatan de despêkê jin û bedena jinê hedef tê girtin û êrîşî ser dikin. Di êrîşan de qetilkirin, tacîz, tecawîz, îskence û tazîkirin hene. Dema ku deshilat axekê îşkal dikin ji bo şikandina berxwedanê êrîşî bedena jinê dikin."
'Du gule li organê zayendiyê Şirin Oter dabûn'
Şilan bilêv kir ku li Tirkiye û Kurdistanê jinên şoreşger hedef tên girtin û wiha dom kir: "Herî dawî li Taxa Gaziosmanpaşa du jinên şoreşger qetilkirin. Dema ku Yeliz Erbay û Şirin Oter birîndarbûn ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Du gule li organê zayendiyê Şirin Oter xistibûn. Her wiha di mehên derbasbûyî de li Gimgimê îskence kirin, bedena wê ya tazî avêtin kolanê. Di demboriyê de jî mînakên wiha me dîtine. Her dema ku jinên şoreşger ketine destê wan êrîşî nasnama wan a zayendî dikin. Difikirin ku dê bi wan êrîşan wana di çavê civakê de bixin."
'Hêzên tayîbet ên dewletê şandine hiquqa dijmiyê disapînin'
Şilan wiha pêde çu: "Hêzên ku ji aliyê dewletê ve hatine şandina herêmê, nayê zanîn leşkerin polîsin kîne hiquqa dijmiyê didin sepandin. Ji bo wê jî weke demboriyê di van rojan de jî yên van bêmafiyan dikin dê li pêşberî darazê bê ceza bimînin."
(zt)