Li Cizîrê êrîş giranbû: Welatiyek hate qetilkirin
11:07
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê welatiyê bi navê Cabbar Taşkin (40) ê ku duh di êrîşa hêzên dewletê de birîndar bû, ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîrê êrîşên li hemberî vîna rêveberiya cewherî ya gel di roja 19'emîn de berdewam dike. Bi taybet ji duh êvarê ve ye li taxên Cudî û Nurê gulebaran û topbarana polîs û leşkeran giran bû. Ji ber topbaranê gelek mal zirar dît.
Li Taxa Cudû, welatiyê bi navê Cabbar Taşkin (40), li nêzî mala xwe di êrîşa hêzên dewletê de birîndar bû. Ji ber gulebaranê, Cabbar ji cihê xwe birîndar ketiye nehate rakirin û li gel hemû hewldanan, ambûlans jî nehat. Cabbar heya sibehê li cihê ku birîndar ket ma û welatî encax di saetên sibê de xwe gihandin cihê bûyerê. Hate zanîn ku Cabbar jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha, welatiyê bi navê Şukru Duymak (45) di baxçeya mala xwe de di gulebarana tîmên taybet de birîndar bû. Welatiyan, Şukru danî malekê. Ji ber ku ambûlans şev neket taxê Şukru bi awayek birîndar li benda dermankirinê ma. Şukru encax di saetên sibê de bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Hate zanîn ku gelek xwîn ji Şukru çûye û rewşa wî xeter e.
(rc)