Parçeyên bedena Hediye ya hatî qetilkirin ji malê nikarin derxînin
11:15
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Yafesê qetilkirina Hediye Erden a bi topbaranê nîşaneyên hovîtiyê dide nîşandan. Hîna nikarin bedena Hediye Erden a parçekirî ji nava mala wê ya bi topbaranê hatî xirakirin derxînin.
Dibin dorpêça ser Cizîrê di roja 19'an de berdewam dike êrîşên ser welatiyan nîşaneyên hovîtiyê radixe berçavan. Di topbaranê de dayîka 8 zarokan Hediye Erdena 50 salî di mala wê de qetilkirin. Hevserê Hediye Mehmet Erden diyar kir ku hîna beşek ji bedena Hediye ji ber parçebûnê di malê dene nikarin.
Dema ku cenazê Hediye rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê bêyî tiştekê lêbikin bedena wê ya parçebûyî li gel kincên li ser parçebûyî xistin hindirê tabûtekê. Hevserê Hediye Mehmet Erden bilêv kir ku ya bi serê wan tîne hovîtiye û wiha domand: "Bi hovane hevsera min a dayîka 8 zarokan qetilkirin. Mala me bi topan hilweşandin û şewitandin, zarokên min li kolanan man. Bedena hevjîna min parçe kirine, me nekarî em hinek parçeyên laşê wê ji malê derxînin. Ezê bêjim çî ser me qirkirinek mezin tê jiyan din."
Piştî qetilkirina Hediye Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku ji bo derxistina Hediye û xizmên wê ji mala ku têde asê mane bi dehan caran hevdîtin kirine, lê encamek negirtine.
(zt)