Jinên YPS'ê: Bakûr şoreşa jin nîşan dide

11:44

Asya Tekîn - Asmîn Bayram/JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê hember êrîş û komkujiyan jin tevlî YPS'ê dibin û di berxwedana xwerêveberinê de di çeperên pêşî de pêşengiyê dikin. Endama YPS'ê Viyan got, "Şoreşa Rojava bi pêşengiya jin pêk hat, li Kobanê jin di çeperên pêş de berxwedan û ez jî wek jinek dixwazim di berxwedana bakûr de cih bigrim."

Li Cizîrê 18'e rojin qedexeya derketina kolanê didome. Em jî ji bo ku hevdîtinê bi jinên YPS'ê re hevdîtin pêk bînin, ji ber şert û mercên şer gelek rê me da berçavên xwe. Ji bo ku em nebin hedefê sekvanan bi dîqet di nava kolanan re derbas dibin û direvin. Em cihê ku jin lê hene dipirsin dibêjin 'çeperê wan li jore'. Di dawiyê de em dighêjin barîqatên ku jin avakirine. Li vir tenê jin dimînin. Em dixwazin roportajê bigrin lê naxwazin bipeyvin, dema ku em îsrar dikin dibêjin dibe vê carê em mîkrofona JINHA'ê dirêjî wan dikin û ew jî derbarê armanca xwe de dipeyivin.

Endama YPS'ê Ûlkem, da zanîn ku ew ji ber tundiya dewletê ya li ser gelê Kurd beşdarî hêzên YPS'ê bûye û wiha got, "Ji ber polîtîkayên qirkirinê ên ku dewlet li dijî gelê Kurd pêk tîne wîjdanê min dest neda ez li malê rûnim. Ji bo ku ez gelê Cizîrê bi tenê nehêlim ez barîqatan dimînim. Min çek bi vîna xwe hilda, lê ez neçar mam hildim. Dewleta Tirk bi tang û topan êrîşê me dike, em jî bi hêsanî çek bikar nayînin. Bi zilmê vîna gelê Kurd ava nabe em aştiyê dixwazin."

'Divê jin, zarok, pîr û herkes tevlî berxwedanê bibe'

Ûlkem bang li gelê Kurd û jinan kir ku xwedî li gelê Nisêbîn, Kerboran, Silopî û Surê derên û wiha domand: "Divê kiryarên ku hember gelê Kurd pêk tên bên dîtin. Zarokên pênc heyvî di malên xwede tên kuştin. Divê gelê me rabin ser piya û piştgirî bidin berxwedana vir. Heya ku dewlet êrîşê me neke em ê tu êrîş pêk neyînin. Em jî azadî dixwazin ne şer. Em li hember koletiya jin li virin. Em tevahî jinan dawetê berxwedana li pişt barîqatan dikin. Niha li vir şer heye divê jin, zarok, pîr û herkes tevlî berxwedanê bibe."

'Li Rojava jin şoreş pêk anî'

Em mîkroronê xwe dirêjî endamek din a YPS'ê dikin, wiha behsa sedema tevlîbûna YPS'ê kir, "Li vir di serî de jin cihê xwe di berxwedanê de negirtibûn, min vê yekê weke kêmahiyek mezin dît. Şoreşa Rojava bi pêşengiya jin pêk hat, li Kobanê jin di çeperên pêş de berxwedan û ez jî wek jinek dixwazim di berxwedana bakûr de cih bigrim."

'Mêr digotin jin nikare cihê xwe di cephan de bigre'

Viyan wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema ku nû tevlî YPS'ê bûm hevalên mêr digotin jin nikare cihê xwe di cephan de bigre. Dema ku biryarê mayîn û vîna me dîtin nêrînên wan guherî. Ji ber vê mêr êdî di gelek mijaran de bê deng man. Mînak niha li gelek çeperên Cizîrê jin hevalên jin cih digrin. Divê tevahî jin rabin ser piyan û tevlî berxwedanê bibin. Ez banga berxwedanê li tevahî jinan dikim."

'Pergal û dewleta ku zarokê pênc heyvî qetil dike terorîste'

Di dawiyê de endama YPS'ê Têkoşîn jî wiha got, "Ev çekê di destê min de yên ku hûn dibînin, eger dewlet bi vê çekê min bigre wê ji min re bêje terorîst, ez ne terotîstim. Pergal û dewleta ku zarokên pênc heyvî û jin qetil dike terorîste. Wek jin li hember vê pergalê û dewletê me serî hilda. Bi vîn û hêza jin em li virin. Em ne terorîstin yên ku me qetil dikin terorîstin, ji ber vê em vê pergalê napejrînin. Serkeftin ji niha de yê me ye."

(rc)