KJA: Di berxwedanê de îsrar bersiva herî baş a qomployêye

12:20

JINHA

AMED - Di derbarê 3'emîn qirkirina Parisê de KJA yê daxuyani da û got: "Em bang li hemû jinan dikin bi diruşma 'Di berxwedanê de îsrar bersiva herî baş a qomployêye' li her derê dakevin qadan û tekoşînê mezin bikin.

Kongreya Jinên Azad (KJA) di derbarê 3'emîn qirkirina Parisê ya ku tê de di pêşengiya tevgerajinên kurd de Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkiirn daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Di berxwedanê de îsrar bersiva herî baş a qomployêye."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gel faîl diyarin jî nayên darezandin, ji xwe êrîşên topyekun ên ser gelê kurd berdewam dikin nîşaneya wê ne û wiha dom kir: "Di 9'ê Çileya sala 2013'an de qirkirina ser pêşengên tevgera jinên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez kirin, stratejiya konseptek şerê tinekirinê tayîbetî ser jinên kurd û hemû kurdan dane meşandin. Di serî de dewleta tirkan û hemû hêzên navnetewî li aliyekê bi gotinên 'pêvajoya çareseriyê' li aliyê dinê jî bi her awayî êrîşî înkar û îmahyê ser gelê kurd didin meşandin. Çawa Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi gotina 'Heya jin azad nebe civak azad nabe' di serî de Sakine Cansiz bi hezaran jin bi girêdana azadiyê hatin seferberkirin, deshilatî jî bi hişmendiya 'Dema ku jina pêşenga civakê neyê qetilkirin, ew civak nakeve' dest bi qirkirinên jinan dike. Bi heman hişmendiyê pergala deshilat ser jinên kurd ên bi seknek îdeolojîk giyana xwe ya azadiyê bilind kirine êrîşek îdeolojîk pêkanîn û sê jinên şoreşger qetilkirin.

Di kesayeta sê hevalên me yên şoreşger de êrîşî ser hemû jinên kurdên di tekoşîna jiyana azad de bi îsrarin kirin. Ji ber ku Sakine Cansiz bi sekin û helwesta xwe ji bo jinên kurd mîrasek mezin ê berxwedanê hêlaye. Ev mîras li Rojava Arîn Mîrxan û li Bakur jî Ekin Wan berdewam kir. Bi rêveberiyên cewherî re êrîşên hovane ser jinan tên meşandin, ji Tayîbet Înan a hefteyek cenazeyê wê li erdê mayî heya bebeka bi navê Miray ji heft heta heftê salî jin di hedefê denin. Li hemberî êrîşan ew giyana berxwedanê tê mezinkirin. Li hember hemû êrîşan di kesayetiya Sakine de her roja diçe berxwedana jinan li hemberî êrîşên hovane mezin dibe û xwe digihîne hemû şaxên civakê.

Weke KJA emê ticarî ji tekoşîna xwe ya azadiyê gav paşde ne avêjin û heya dawiyê bi îsrar berdewam bikin. Emê li hember qirkirina di 9'ê Çileya sala 2013'an li Parîsê ser me jinan kirin her derê bikin qadên tekoşînê. Em bang li jinan dikin ku ji 1 heya 9'ê çile bi diruşma 'Di berxwedanê de îsrar bersiva herî baş a qomployêye'' dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Roj roja xwedî derketina li nirx û vîna xwe ye!

Roj roja bi berxwedanê gihana azadiya xwe û gelê xwe ye!"

(zt)