KJA'yê komkujiya li Qamişlo bi daxuyaniyek şermezar kir
13:47
JINHA
AMED - Kongreya Jinên Azad êrîşên bombeyî yên li Qamişlo ku di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.
KJA'yê derbarê êrîşên bombeyî yên li Qamişloyê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got, "Di vê dema dîrokî de serdest li dijî berxwedana jin, gel û baweriyên cuda neqşe riya 1915'an ku wekî mora reş li eniya wan dîsa dixwazin li gorî berjewendiyê xwe biguherînin. Tê zanîn ku ev guhertin û veguhertin êdî bi vîna tevgera azadixwazan çêdibe. Ji vê sedemê hêzên tarî her roj êrîşan li ser Kurdistanê bi taybetî li hemberî jin, gel û baweriyên cuda pêk tînin.
Îro li tevahiya Kurdistanê û li Rojhilata Navîn, li Farqîn, Cîzir, Sîlopiya, Şengal, Şirnex, Pirsûs, Kobanê, Gever, Kerboran, Sûr, Til Temir, Nisêbîn û herî dawî jî Qamişlo ku reng û dengê baweriya jinan êrîş dikin. Lê li gund, tax, bajarok, navçe û bajarên Kurdistanê, Mezopotamya li dijî komkujiyan berxwadana rûmet didome."
Kongreya Jinên Azad (KJA) komkujiya li Qamişlo şermezar kir û da zanîn ku ev êrîş ne ji ber xwe ve rû daye û got, "Tê zanîn ku yekitiya Qamişlo-Nisêbînê yekitiya gelên dilê Mezopotamyayê ye" Daxuyaniya KJA'yê bi vî rengî dewam kir: "Ji bo me yekitî sînor nenas e, serî netewandin e, exlaq û wîcdan e. Dîsa em hemû komkujiyên li Kurdistanê di berxwedana Qamişlo de pênase dikin û êşa we ya hemû Kurdistanê dihesibînin. Em ti carî ji bîr nakin, em ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet, ji malbatan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfa diwazin. Rêya we ya di şopa azadî, heq û edaletê de rêya me ye. Heta hêzên tarî bi dawî bibin em ê têkoşînê bidomînin. Careke din bangî aştîxwaz, demokrat, jin û mafnasan dikin ku li dijî komkujiya li Qamişlo hatiye kirin bêdeng nemînin."
(rc)