Ji Bodrumê ber bi Surê ve şêwirmendiya dilê zarokan

13:53

JINHA

AMED - Zarokên Bodrumê bi Însiyatîfa Ji bo Aştiyê Dimeşim a ji Bodrumê despêkirî û hatî Amedê re ji bo zarokên Surê pasteyên bi destên xwe bi sembola aştiyê çêkirine şandine.

Endamên Însiyatîfa Ji bo Aştiyê Dimeşim ên ku li hember êrîşên ser Kurdistanê ji Bodrumê despêkirine û hatine Amedê KJA ziyaret kir. Endamên însiyatîfê ji aliyê endamên Koordinasyona KJA yê Ayla Akat Ata, Ayşe Yagci, Çalgar Demirel, Ayşe Gokkan û dendamên komiteya diplomasiya KJA yê ve hatin pêşewazîkirin.

Endamên însiyatîfê diyar kirin ku ew ji bo bi hev re tekoşîn kirinê hatine û gotin: "Em weke jinên Tirkiyê li gel gelê kurdin û ji bo piştevaniya vî gelî em li vêderê ne." Endamên însiyatîfê bilêv kirin ku wan pasteyên zarokên Bodrumê ji bo zarokên Surê şansine ji ber dorpêçê nikarin bigihînin wan. Endamên KJA yê paste girtin gel xwe û diyar kirin ku dê di roja dorpêç rabû de paste û peyama zarokên Bodrumê bigihînin zarokên Surê.

(zt)