Li Cizîrê bi tang û topan êrîşê malan dikin
14:05
JINHA
ŞIRNEX - Êrîşên li Cizîrê ên ku ji şevê din didome, bi taybet li taxa Cûdî û Nur êrîş giran bûye. Ji ber êrîşa top û tangê li taxa Cûdî herî kêm 4 welatî birîndar bûne.
Qedexeya derketina kolanan yê navçeya Cizîra Şirnexê di roja 19. de berdewam dike. Ji şevê din ve êrîş li hember navçeyê giran bûye. Bi taybet li taxên Cûdî û Nur leşker û polîs ji waseyîtên zirxî gule direşînin û êrîşên top û tangê bê navber pêk tê. Ji ber êrîşa top û tangê gelek mal li taxê ziyan bûn. Li Taxa Cûdî welatiyê bi navê Cabbar Taşkin di encamê êrîşan de jiyana xwe ji dest da. Her wiha, welatiyê bi navê Şukru Duymak (45) di baxçeya mala xwe de di gulebarana tîmên taybet de birîndar bû. Welatiyê bi navê Nurettîn Çagli jî ji lingê xwe birîndar bû. Hat zanîn ku li heman taxê ji ber êrîşên topa Kumru Ayar û Mehmet Ayar jî giran birîndar bûne.
(rc)