'Dixwazin Cizîrê vala bikin û komkujî pêk bînin'

15:08

JINHA

ŞIRNEX - Li hember taxên Cizîrê êrîşa top û tangan her ku diçe girantir dibe. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da zanîn ku dixwazin bi êrîşa Cizîrê vala bikin û wiha got, "Divê gelê me malên xwe terk nekin."

Li navçeya Cizîra Şirnexê dorpêç di roja 19. de didome. Ji şevê din ve êrîşên heber navçeyê her ku diçe girantir dibe. bûye. Bi taybet li taxên Cûdî û Nur leşker û polîs ji waseyîtên zirxî gule direşînin û êrîşên top û tangê bê navber pêk tê. Ji ber êrîşa top û tangê gelek mal li taxê ziyan bûn. Welatî ji ber êrîşên giran daketine qata herî jêr ji bo parastinê. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz derbarê mijarê de wiha got, "Dewlet dixwaze Cizîrê ji welatiyan valabike û komkujî pêk bîne. Divê welatî malên xwe terk nekin. Li hember polîtîkayê komkujiyê divê herkes bikeve tevgerê."

(rc)