Hediye Erden ji aliyê jinan ve ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin

15:09

JINHA

ŞIRNEX - Hediye Erden a ku li Taxa Yafesa Cizîrê di topbaranê de hatî qetilkirin ser milê jinan hat oxirkirin.

Ji ber êrîşên bi tang û topan bi rojan li Taxa Yafesa Cizîra Şirnexê Hediye Erden di malê de asê man û ji wan agahî nehat girtin. Piştî 8 rojan hat zanîn ku bi parçeyên topê jiyana xwe jidest daye. Piştî karê otopsiyê li Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê cenazê Hediye hat girtin. Ji bo definkirinê cenazê dayîka 8 zarokan Hediye Erdena 50 salî ber bi gundê Hetman a Basanê ve bi konvoyekê xistin rê.

Hevserokên HDP, DBP û hevşaredarên Findikliyê Safiye Dundar û Ahmet Ece jî di navê de ji gelek gundên derdorê gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî karên olî jinan cenazê Hediye li ser milê xwe birin goristanê. Bi diruşma "Şehîd namirin" Hediye ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin.

(zt)