Welatiyên Silopiya dibin tang û topan denin

15:41

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiya êrîş giranbûn, tax tên bombabarankirin. Ji ber êrîşan 2 welatî birîndarbûn, welatî malên xwe naterikînin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku 19 rojin dibin topbaranê dene êrîş giranbûn. Tayîbetî jî ser Taxa Zapê êrîş giranbûne. Ji şevadin heya niha bi çekên giran êrîşî taxê dikin, di saetên nîvro de êrîş giranbûn. Mal tên xirakirin, welatî ji malên xwe dernakevin. Di êrîşan de hat zanîn ku welatiyê temenê wî mezin ê bi navê Omer Yalman dibin gulebaranê de giran birîndarbû. Hat diyarkirin ku Omer jiyana xwe jidest daye, dema ew rakirin nexweşxanê zarokên wî ragihandin ku bavê wan nemiriye, ew li nava beteniyê pêçan û hewildan bigihînin nexweşxanê. Lê ji ber êrîşên giran nikarin Omer ji nava kolanê jî derxînin. Her wiha hat zanîn ku di êrîşan de jinek jî birîndarbûye. Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayirli diyar kir ku bi van êrîşan hewildidin ku welatiyan ji navçeyê derxînin û wiha domand: "Hewildidin vêderê valabikin û qirkirinê bikin. Ji bo ku welatî li vêderê di malên xwe de bisekinin divê her kes bi baldarî tevbigerin."

(ma/zt)