Lutfiye Bulut a YJA yî ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
17:15
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê endama YJA Stare Lutfiye Bulut (Jinda Mardin) ku li navçeya Qoserê di şer de jiyana xwe ji dest da, li gel êrişên polîsan ji aliye hezaran ve hat definkirin.
Endama YJA Star'ê Lutfiye Bulut (Jinda Mardin), di 27'ê Kanûnê de li Navçeya Qoserê di şer de jiyana xwe ji dest da. Cenazeye Lutfiye, li gel êrişên polîsan li navçeya Nisebinê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Cenaze piştî ji morga nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê hat girtin, birin Mala Sersaxiye ya Taxa Devrimê. Li vir ji bo Lutfiye merasima cenaze hat lidar xistin. Di merasime de Wekila HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, endamên KJA'yê rêveberên HDP û DBP'ê yên Mêrdîn, hevşaredarên Nisêbinê, reveberên MEYA-DER'ê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Di merasimê de rêz hat girtin. Serokê MEYA-DER'a Mêrdînê Latif Tabar diyar kir ku ew êdî ji koletiyê re dibêjin bes e. Latif, da zanîn ku ew wekî ciwan û jin êdî vê zilmê qebûl nakin û dê li dijî vê zilmê têbikoşin.
Di merasimê de birayê Lutfiye Ahmet Bulut jî sersaxî ji malbatên ku di ber xwedanê de zarokên xwe winda kirine re xwest. Ahmet, destnîşan kir ku kesên li hemberi zilme di ber xwe didin hemû şehîd in û tişta ji bo wan girîng têkoşîna mirovahiyê ye.
Xalê Lutfiye Huseyin Bariş jî anî ziman ku wan têkoşîna mirovahiyê da û wan ji bo aramî û aştiyê di ber xwe da. Huseyin, da zanîn ku ew dê êrîşên li ser kurdan perçe bike.
Pişti merasimê cenazeyê Lutfiye, ber bi Goristana Hacilarê ve bi rê kirin. Di merasimê de wêneyê Lutfiye û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat bilind kirin û alên PKK û KCK'ê hatin rakirin. Girsê di merasimê de bê navber siloganên "Şehîr namirin", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan dê ji TC'ê re bibe goristan. Bi hezaran kes li gel hewaya sar meşiyan ser goristanê. Di meşê de polîsan bi maşîneyên zirxî êrîşî girsê kir. Li gel êrişên polîsan bi hezaran kesan cenazeyê Lutfiye li Goristana Hacilarê defin kir. Cenazeyê Lutfiye bi dirûşmeyan hat definkirin.
(zt)