Cîhan ji Zagonên Jinên Rojava gelek tişt heye hîn bibe
09:27
Zêrîn Kurtay/JINHA
QAMIŞLO - Mala Jin di sala 2015'an de bi têkiliya xwe bi komîn, meclîs û dadgehê jin re xebatê xwe berfireh kiriye û ji pirsgirêkên civakê re çareserî pêşxistiye.
Li Rojava jin li her qadê jiyanê înşa dike. Şeroşa Rojava a ku sala xwe yê 4. dagirtiye bi pêşketinên mezin dertê pêşbirê me. Bi taybet ji bo jinên ku di hindirê malbatê de bi hevjînên xwe re li hev nakin, ango ji aliyê hevjînên xwe bi nêzîkatiyên tundî, gotinên heqeretwarî û ne heqiyan re rûbirû tê, Mala Jin bûye navenda çareseriyê. Mala jin bi têkiliya xwe ya bi komîn, meclis û dadgehên jinan re xebatê xwe di vê salê de berferehtir kiriye. Rêveberiya Mala Jin a bajarê Qamişlo Îlham Omer û berdevka meclisa dadê Zozan Ehmet jî li ser karê salekê yê di Mala Jin û Dadgehên Jin de li Rojavayê Kurdistanê hatiye meşandin agahî dan.
'Jin ji bo xwe û civakê jî dikare bibe hêza çareseriyê'
Îlham Omer di serî de ji bo ketina sala nû hêviyê xwe anî ziman û sala nû li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevahiya jinan pîroz kir û wiha xebatê salakê nirxand. Îlham diyar ku ev sal ji bo jinan ji her aliyê ve salake girîng bû û wiha dom kir: "Ev 4 salin ku em şoreşekê di Rojavayê kurdistanê de dijîn. Ev şoreş him li dijî zihniyeta bi salane ku dixwaze gelê kurd careke din bigre bin bandora xwe ya desthilatdariyê de û him jî ji aliyê din de dixwaze ku jinan bê îrade bike. Şoreşa Rojava li hember zihniyeta ku dixwaze bi rêka jinê re civak bigre nav qefesa û bê nefes bihêle pêk hatiye. Lê bi saya Rêber Apo ev yek ji aliyê jin ve careke din bi perspektîfên ku ji bo jin daye diyar kirin li ser van bingeha me hêza jin û rastiya derxistina kesayetiya jin û hêza wê dît ku jin ji bo xwe û civakê jî dikare bibe hêza çareseriyê."
'Mala jin bi berpisyariya çareserkirina pirsgirêkên jinan tevdigerin'
Îlham da diyar kirin ku di vê salê de wek her sal ji bo jinan bû salake ku gav ji bo nivîsandina dîroka bavêje û wiha dom kir: "Em weke mala jin bi berpisyariya çareserkirina pirsgirêkên jinan tevdigerin lê bi tena serê xwe jî em naxebitin. Têkiliyên me bi komîn û mahkemeyên gel re jî hene. Ji di destpêkê de pirsgirêkên xwe di nava komînê de nîqaş dike ji lewma di serî de ji bo jinan me komîn esas girtin ji bo ku di destpêkê de pirsgirêkên xwe di nava taxên xwe da çareser bikin û bila tax tev li ser êşa hevdû bi hizire. Me ev yek giring dît lê pisgirêkên ku di asteke mezin de werin jiyan kirin weke pirsgirêkên destdirêjiya jina an lêdan û berdan her wiha bi tu awayî hevjînê wê nayê li ser rêka rast. Em wek mala jin di van aliya de berpirsyariyê digrin ser milê xwe û ji wan pirsgirêka re çareserî dibînin."
'Ji berdanê zêdetir em hewildidin ku di warê feraset û pîvan de nîqaşan bidin meşandin û îqna bikin'
Îlham ji bo jinên ku serî li mala jin dane û pirsgirêkên ku bi encam kirine wiha rêz kir: " Li tevayî bajaran di vê salê de hejmara ku serî li mala jinê dane 807 jin in. Jinên ku di temenê biçûk de zewicîne 11 ne. Jinên ku li bermeberî tûndiyê ji aliyê hevjînê xwe ve hatine 34. Jinên ku hîn pirsgirêkên wan di nîqaşê de ne 89'in. Pirsgirêkên ku Mala Jin çareser kiriye 391'in." Îlham da zanîn ku ew çarseriyê ne di berdana jin û mêr de dibînin û wiha pêde çû: "Ji ber malbatên ku xwedî zarokin, dema ku dayik û bav ji hev vediqetin bandora xwe li zarokan dike, ev yek ji bo zaroka ne başe û dihêle ku tim zarok di asta nexweşiyên piskolojî de jiyan bikin. Ji lewma ji berdanê zêdetir em hewildidin ku di warê feraset û pîvan de nîqaşan bidin meşandin û îqna bikin. Ji ber em dixwazin li ser pîvanên rast careke din malbata ku hatiye ber kendalê bi perspektîfên hevjiyana azad û jiyana azad ya ku ji aliyê Rêber APO ve hatiye pêşxistin ava bikin. Dema pêwîst bike em demekê jin û mêr digrin gel xwe û perwerde dikin û dema ku bi xwesteka xwe bixwazin bi hevre dîsa jiyan bikin em wan li hev tînin."
'Me zagon derxistiye ku zewaca teman biçûk neyê kirin'
Îlham got ku pirsgirêkên herî zêde yê di nav jin û mêr de derdikeve pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji zewacên temen biçûk digrin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji lewma wek Mala Jin me zagon derxistiye ku zewaca teman biçûk neyê kirin û em bi rêya îqnakirinê vê şêwazê pêş dixin. .Lê ruxmî vê eger kesên ku keçên xwe di temeneke biçûk de an bi darê zorê bidin zewicandin em hesap ji dayik û bav dipirsin. Ji bo ku em zagon û karê xwe di nav civak de bidin nas kirin li gorî bername û pêwîstiyên taxa semîner li ser Hevjiyana azad û malbatên ku nûnertiya dewletê dike rizgar bikin." Ilham di dawiya axaftinên xwe de got ku em hêvî dikin sala nû ji bo tevayî jinan bibe sala xwe gihandina Rêber Apo û azadiya jiyana xwe.
'Dadgehên jin ji bo xwedî derketina mafê jinê ye'
Li ser dozên ku derbasî dadgehê dibin Berdevka Meclisa Adeletê Zozan Ehmet Elî wiha nirxwand: "Di destpêkê de dadgeh ji ber pêwîstiya parastina mafê jina hebû û wiha xebatê xwe bi rêxistin dikir. Ji ber bi salane jin di Sûriyê de jî dûrî mafên xwe jiyan dikir. Ev dadgeh bû bingeheke ku jin li mafên xwe bigerin. Ji bo pirsgirêkên jina bi awayeke hevpar em çareser bikin em bi Mala Jinê re jî di nava têkiliya de ne.
Zozan balkişande ser zagonên jin û wiha got: "Piştî ku zagonên jin hat derxistin li gorî vê yekê civak jî hate perwerde kirin. Niha pisgirêkên ku herî pir di civakê de tê jiyan kirin Zeweca temen biçûk, Berdêlî, anîna 2 jinan û her wiha zewaca zorê. Li hemberî van pirsgirêkan zagon hatine derxistin û ev zagon jî bi tu awayî ew ê neyên guhartin. Yê ku pêk neyne jî ew ê cezayê wan bê danîn. Em bi zagonên jin ne bi rêbazê tundî ya dewletê berûvajiya wê bi perwerde û îqnakirinê em didin fêmkirin."
'Jin êdî gihiştiye asteke ku ji bo mafên xwe têkoşîn bike'
Zozan destnîşan kir ku di vê salê de dozên ku hatine gel wan piranî ji bo her du tarafan hatine çareser kirin û heya nihe pirsgirêk derneketine û wiha gotina xwe dom kir: " Jin êdî gihiştiye asteke ku ji bo mafên xwe têbikoşe. Êdî ne ew jina ku ji ber dadgehan şerim bike. Zagonên jin yên ku nayên guhertin jî wihane: Zewaca temen biçûk qedexeye, zewaca bi du jinan re, zewaca berdêlî û di bin navê namûsê de kuştina jinan jî qedexe ye û sûç tê hesibandin. Ên ku vê sûcê pêk bînin bi rêbazên cuda ew tên dadgeh kirin."
'Gel bi xwe jî ketiye nav lêpirsîneke dîrokî'
Zozan diyar kirin ku piştî Şoreşa Rojava di nava civakê de jî lêgerîn û lêpirsîna dîrokî pêş ketiye û wiha dawî li gotina xwe anî: " Mirov dikare bêje ku gel bi xwe jî ketiye nav lêpirsîneke dîrokî û dibîne ku gelek bê mafî li jinê hatiye kirin û mafê jin heye ku xwe bi parêze û bi vîna xwe ya azad jiyan bike. Di zagonên jin de wê serarastkirin pêk were, ew jî di konfransa giştî di demê pêş de wê zelal bibe. Piştre jî wê ji civakê re werin raghandin."
(za/rc)