Muge İplikçi: Ger em zarokan nedin jiyandin wêdemê çima dijîn?
09:28
JINHA
AMED - Rojnameger û nivîskar Oya Baydar û Muge İplikçi, ji bo balkilandina ser êrîşên li Kurdistanê berdewam dikin.
Li hember êrîşên ser Kurdistanê û qedexeyên derketina kolanan di navê de "parêzvanên aştiyê" jî heyî jinên salên 1990'an dîtîn ên ji Stenbolê hatine Amedê diyar kirin ku tiştên tên jiyankirin salên 90'an derbas kirine. Jinan gotinên weke "Ev şansê me yê dawiyê ye, ger em îro ne peyîvin wê tiştên êdî vegera wê nebe bên kirin" kirin. Rojnameger û nivîskar Oya Baydar û Muge İplikçi destnîşan kirin ku bê agahîbûna aliyê Tirkiyê ji tiştên li Kurdistanê tên jiyandin sedema wê ziman û rola medyayê ye.
Rojnameger û nivîskar Oya Baydar bilêv kir ku pirsgirêka kurd bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin û wiha domand: "Ev ne ji bê baldariya aliyê Tirkiyê ye, ji bê çaretiya wane. Binêrin bi zorê me nû karîn em bên. Ji ber kêmaniya di ferqêdebûnê heye. Mediyaya deshilat her tiştî gelek cuda nîşan dide. Sedemek me yê sereke jî ev der nîşanî aliyê Tirkiyê dayîne. Pir hêdî dikevin ferqê de."
'Berpirsiyariyek mezin a medyayê heye'
Oya anî ziman ku di derbarê tiştên li Kurdistanê tên jiyandin û aliyê Tirkiyê ne di ferqa wê de berpirsiyariyek mezin a medyayê heye û wiha berdewam kir: "Sedema bêdengiya wan ji tindiya ser wan tê. Bi rastî ez difikirim ku beşek ji medyayê kêmaniya di ferqêde bûnê dijî û hinek nêrînên şan hîn bûye. Lê medya dibin tindiyek mezin dene. Ev dibe sedema bê agahîbûna medyayê."
'Em di rewşek a salên 90'an pir derbaskirîdenin'
Oya pirsa "Gelo emê cardin vegerin salên 90'an" jî wiha nirxand, "Emê bêjim xwezî li salên 90'an. Em niha di demek a ji salên 90'an hîn xiratir denin. Wê demê qetandinek wiha mezin çênebûyîbû. Qetand dilan gelek giringe. Dilê mirovan li gel her tiştî jî cudaye. Xweserî dibe, her tişt dibe lê dilê me yekbû. Ev qas qetilkirin û zilim birastî jî qetandin anî. Min dixwest ji aliyê Tirkiyê herikînek ber bi vî aliyî ve hebe, her kes bên bibînin cîranînên wan çî dijîn. Vê di televizyonê de bide jî ne heman tişte. Yek yan jî bi awayê kom bila bên li vêderê binêrin. Wê demê ez bawerim dê hinek tişt bên guhertin."
'Ger em nikarin zarokan bidin jiyandin bila em jî nejîn'
Rojnameger û Nivîskar Muge Îplikçi da zanîn ku ew dixwazin zimanê aştiyê bi axive û wiha got: "Ti şansek me yê dinê nîne, divê di van demên dawiyê de em şansê xwe bixebitînin yan jî dê gelek xirabibe û dê her tişt gelek cuda bibe. Divê êdî mirovên ser vê axê şer nekin. Em dixwazin êdî mirov weke mirovan bijîn. Ez ji bo zarokan hatime. Mafek mirovî mafê zarokane. Binpêkirina mafê zarokan ji bo min tiştek nayê pejirandine. Ger em nikarin zarokan bidin jiyankirin û nikarin bişînin dibistanê wê demê bila em nejîn. Wê demê em ji bo çî dijîn û ji bo çî hene."
'Karek mezin dikeve ser milê jinan'
Muge bertekên aliyê Tirkiyê ji bo bûyerên li Kurdistanê tên jiyan kirin jî wiha axivî: "Gelek ji wan ditirsin, gelek bi gumanin, hinek ditirsin û hinekan jî kirasê bê baldariyê li xwe kirine. Ji şer û pevçûnan ditirsin. Ji xwe kes şerê navxweyî naxwazin. Di aliyê dawîbûna şer de bêçare difikirin. Ev xalek gelek xirabe em weke civak gihiştinê. Divê em cardin vê bêxin tevgerê. Ji bo wê jî zimanê jinan zêdetir zimanê aştiyê ye, divê demil dest ew ziman têkeve meriyetê. Bi kinasî gelek kar dikeve ser milê me jinan. Dê ev ziman ji bo hemû kesê pir baş bibe."
Muge ji bo rewşa medyaya Tirkiyê jî wiha got: "Medya di rewşek bi êşdene. Li dengê wijdana mirovan guhdarî nakin, ev min gelek dide zorê û hêrs dike. Di nava wê medyaya mezin de gelek caran mirovên bi wijdan bi tenê dimînin û disekinin. Weke ji derve lê tê nêrîn nîne, mirovên bi wijdan hene di hindirê wê de xwe dixwin, hevalên min hene, ez dizanim. Nêrîna min a kesanî ger em niha şansê xwe bi karneyînin dê dem me ber bi felaketa ku em êdî jê nikarin vegerin ve bibe."
(zt)