Jinên têkoşêr ên ku ji serkeftinê bi hêvîne

09:29

Gulan Botan/JINHA

KOBANÊ - Şervanên YPJ'ê ên ku Bendava Teşrînê azad kirin, peyam ji tevahî jinan re dide. Şervanên YPJ'ê bal kişandin ser gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "Hêvî ji serkeftinê mezintire" û anîn ziman ku wek jin di serkeftina têkoşîna xwe yê li hember çeteyan de tu car bê hêvî nemane û gotin ku çeteyên DAIŞ'ê yê ku ji jin ditirse êdî li berxwenade û şer nake."

Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina hemû gundên başurê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê di 23’ê kanunê de ketin nava têkoşînê. Di têkoşîna rizgarkirina gundan de bi dehan gund rizgar kirin. Niha jî Bendava Teşrînê ya di hemleyê de ciheke girîng digire xistin bin kontrola xwe. Derbarê hemleyê rizgarkirinê de 30'ê mehê Kanûnê de daxuyanî li Bendavê Teşrînê hat dayîn. Derbarê hemlê de FermandarênYPJ'ê Aryen Efrîn û Berwar Şervîn ji ajansa mere axivîn.

'Di hemlê de me dît ku çeteyên DAIŞ'ê şer nakin'

Fermandara YPJ'ê Aryen Efrîn wiha got, "Cih girtina me di nava hêzên 'QSD'ê de hêzek mezin da hewirdorê. Hebûna jinan di nava hemlê de û rola wê ya serkeftî girîng bû. YPJ'ê ne tenê parastina jinên Rojava di heman demê de parastina tevahî jinan dike. Di nava vê hemlê de me dît ku çeteyên DAIŞ'ê ji hêz ketine û êdî nedixwastin hember me şer bikin. Lê divê were zanîn tu hêzek ne girêdayî baweriya civakê be nikare ser piyan bimîne. Tu têkiliya çeteyan bi gel ve nîne di bin navê olê de komkujî pêk tînin. Ji ber vê mehkûmê wenda kirinê ne."

'Jin wê Rêbertî ji rewşa dîlgirtinê rizgar bike'

Aryen wiha domand: "Keda ku jin bi salane dide, di nava hêzên QSD'ê de jî wê nîşanî tevahî gelê cîhanê bike. Em ketin salek nû em serkeftina xwe diyarî Rêberê xwe dikin. Jin wê Rêbertî ji rewşa dîlgirtinê rizgar bike. Ev ked ji bo me girînge ji ber ku jin bi saya Rêbertiyê xwe giha vê astê. Niha jî dixwazin di şaxsê Rêbertî de jinan tecrît bikin, em ê destûr nedin." Aryen destnîşan kir ku ew gelek herêmên Ereb ji çeteyan rizgar kirine û wiha pêde çû, "Wek YPJ'ê di nava şoreşê de me tecrûbeyên mezin bi dest xist. QSD'ê ji gelek hêzên cûda û Ereb pêk tên, cih girtina me despêkeke di nava hêzek wiha de. Ez berxwedana gelê bakûr yê li hember komkujiyê jî silav dikim. AKP'ê bi destek dayîna DAIŞ'ê xwast Rojava dagir bike. Li vir têkoşînek çawan li hember komkujî û dagirkeriya DAIŞ'ê nîşan da gelê bakûrê Kurdistanê jî ew ê wiha têkoşîna xwe pêk bînin. Şoreş bi pêşengiya jin li Rojava û Bakûr pêk tê."

'Hêvî ji serkeftinê bi rûmettire'

Fermandara YPJ'ê Berwar Şervîn gotinê Rêberê PKK'ê "Hêvî ji serkeftinê meztire" bi bîr xist û got ku ew li ser vê hêviyê li hember çeteyan berxwedidin. Berwar da zanîn ku ji roja despêk ve bi coşek mezin cihê xwe di nava hemla QSD'ê de digrin û wiha domand, "Cih girtina me di nava QSD'ê de xwedî du xalên girîngin. Yek me serbilindiya cih girtinê jiyan kir ya duyem jî, wek jin me rola pêşengiyê a siyemîn hilda ser milê xwe. Derbaskirina ava Firatê derbeyek mezin li hêzên desthilatdar da. Rêbertî dibêje 'DAIŞ li kur hebe divê hûn li wirbin û mafê gelê bê guneh biparêzin'. Em jî li ser vê bingehê gav davêjin."

'Têkoşîna jin wê serkeftin û azadî bîne'

Bawer di dawî de diyar kir ku armanca wan ne tenê rizgarkirina Bendavê Teşrînê ye û wiha pêde çû, "Armanca me hêzên ku bi vê Bendavê desthilatdariya xwe ser gel pêk tanîn ji holê rakin û me rakir. Ev bendav êdî divê ji bo gel biherike û pêdiviyên jiyanê ji vir pêşwazî bikin. Wek YPJ'ê em çawan serkeftinê bi dest dixin divê tevahî jin bi vê baweriyê xwe perwerde bikin û hember pergala desthilatdariyê têbikoşin. Bi têkoşînê re azadî wê pêk were. Ne serkeftina me yê vê hemlê tenê, di heman demê de Kobanê û Şengal jî bi berxwedan û nasnameyê jina azad bi serket. Tirsa DAIŞ'ê yê mezin şervanên YPJ'ê ne. Sedema wendakirinê ev tirsbû ji xwe. Bi sala nû re baweriya min heye ku têkoşîna jin wê serkeftin û azadî bîne."

(rc)