Li Surê pevçûnên germ despêkir
10:35
JINHA
AMED - Hêzên dewleta Tirk ev 32 roj in bi tank û topan êrîşî navçeya Amed Sûrê dikin. Hat hînbûn ku zarokê 16 salî yê di 30'ê Kanûnê de li navçeya Amed Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin, Ramazan Ogut e.
Hêzên dewleta Tirk ev 32 roj in bi tank û topan êrîşî navçeya Sûra Amedê dikin û ji şevê din ve pêvçûn cardin gerim bû û berxwedana gel didome. Di encama êrîşa polîs û leşkeran yê bi çekê giran zarokê 16 salî yê di 30'ê Kanûnê de li navçeya Amed Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin nasnameyê wî diyar bû. Nasnameyê zarokê 16'e salî Ramazan Ogut e yê ku li taxa Hasirliyê hatî qetilkirin ji ber êrîşan cenaze hîna tê rawestandin. Her wiha li Sûrê cenazeyê Mesut Sevîktek û Îsa Oran ên jiyana xwe ji dest dane tên rawestandin.
Li gorî agahiyên hatine girtin parlementer ji bo ku cenazeyan werbigirin ketine hewildanan lê cardin destûr nayê dayîn. Li hember gel şev pêde êrîş bê navber didomiya. Di encamê êrîşên top û tankan de gelek xanî ziyan dîtin û şewitîn. Wek Cizîrê û Silopî li Sûrê jî dibistan kirine bargeha leşkerî. Dibsitana Seratayî a Deriyê Mêrdînê leşker bargehê xwe avakirine û ji serê sibê de helîkopter li ser navçê bê navber digere. Hat zanîn ku li dora Mizgefta Ulu pêvçûnên dijwar despêkir.
(rc)