Li Çiyayê Şengalê salek nû û bendewariya jiyanek nû...
11:24
Tugba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL - Êzidiyên ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê reviyan û xwe spartin Çiyayê Şengalê zivistana duyem dijîn. Di sala nû de jinên ku di qontara çiyayê Şengalê de kon vedane wiha dibêjin, "Çiyayê me ji her deverê cîhanê çêtire. Ji vir direvin diçin di avê de dixeniqin. Bila gelê me vegerin welatê xwe tu cih weke warê mirov nabe."
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşê qirkirinê li hember gelê Êzidî yên Şangalê pêk anîn. Gelek Êzidî ji ber êrîşan xwe spartin Çiyayê Şengalê û li dora xwe jiyan ji nûde avadikin. Şengal di 13'ê Mijdara 2015'an de bi operasyonek hevbeş ên Ciwanên Kurd hat azad kirin. Êzidiyên ku di konan de li Çiyayê Şengalê dijîn bi hatina sala nû re dixwazin vegerin warên xwe. Êzidiyên Şengalê piştî qirkirin, hilweşîn û wendahiyan cardin li çiya têkoşîna jiyanê didin.
'Bar ser milê jinan e'
Welatiyên Şengalê piştî ku Şengal hat rizgar kirin, bi gumana ku çete di gundên derdor de hene venagerin malên xwe û vê zivistanê jî di konan de derbas dikin. Şengaliyên ku di şert û mercên zivistanê ên giran de têkoşîna jiyanê didin ji hikûmeta Herêmê bi gazincin. Jinên ku barê malbatê hildaye ser milê xwe diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji axê xwe bernedin.
'Zivistan hat, jiyan zehmet bû'
Nûrê Hecî got, "Heya niha dervî PKK'ê kes li ba me ne sekinî. Zivistan hat û jiyan zehmet bû. Hundirê konan de vê zivistanê jiyan kirin zehmete û alavên şewatê nîne. Tevî zarok û mezin em hemû di bin konande li ber vê sermê dijîn. Kes nizane ka ev gel çi dijî. Ne hikûmeta navendî ne jî yê herêmî tu alîkarî nadin me. Zexîrê xwarinê û gaz ji bo şewtandinê nîne. Zivistan hat lê tiştek nîne ez li zarokan bikin da ku germ bibin. Şert û mercê me yê jiyanê zehmete. Hewayê vir hişke û gelek sare. Her gavê em bi tirsa ku wê kona me ber bayê biçe dijîn. Ji xwe bingehê wan ne xûrte."
'Bila êdî gel vegere malê xwe'
Niştîman Cimo jî da zanîn ku ji ber êrîşê çeteyan ew neçar mane her tiştê li şûna xwe bihêlin û wiha got, "Dema ku DAIŞ hatin em neçar man xwe xilas bikin. Wê gavê tiştek ne hat bîra me. Lê niha ji ber nasname nîne hikûmeta herêmê zexîre nade me. Tenê em dizanin ka me çi jiyan kir. Bila her hebin tenê PKK'ê bû alîkar ji me re. Ew geleke pêdiviyên me pêşwazî kirin. Li beramberî her tiştê ji ber em li ser axê xwene em kêfxweşin. Gelek diçin û di avê de dixeniqin em li ber wan jî gelek xemgîn dibin. Dibêjin ji ber mirinê direvin lê ne di ferqêdene ku berbi mirinê ve diçin. Em xwedî vî axîne û em ê li cihek din nejîn. Bila gelê me vegere ser axê xwe û welata xwe."
(rc)