Jinên Geverê: Yên ku zarokên di dergûşê de dikojin terorîstin

11:53

JINHA

COLEMÊRG - Jinên Geverê bertek nîşanî qetlîamên li Kurdistanê tên kirin dan û wiha gotin: “Her roj darbest tên, divê êdî şer bê rawestin li şuna hun destê xwe bidin destê cerdevana û bi wan re xwarin bixwin destê xwe ji aştiyê re dirêj bikin. Ji gel re dibêjin terorîst. Yên ku zarokên di dergûşê de dikojin terorîstin.”

Bertekên li hemberî komkujiyên li Sûr, Cizîr, Silopî, Kerboran û Kurdistanê tên kirin berdewam dikin. jinên Geverê bertek nîşanî komkujiyan dan û diyar kirin ku di êrîşan de gelê sivîl hedef tê girtin û dixwazin li hemberî gelê kurd qirkirinekê pêk bînin. Jinan xwest komkujiyên ku jin û zarokan hedef dikin bên rawestandin û dan zanîn ku berpirsyarê hemû komkujiyan Serokomar Recep Tayyip Erdogane.

‘Girtîgeh ji zarokên bêsûc tejî bûne’

Jina bi navê Sînem Bor, da zanîn ku şerê li hemberî gelê kurd tê meşandin şerekî qirêje û wiha got: “Êrîşî Cizîr, Silopî û Nisêbîne dikin. Ma ew axa wîye? Bi hemû hêza xwe ya leşkerî gel qetil dike. Me her tim daxwaza aştî û mafê xwe kir lê Erdogan her tim bi daxwaza şer nêzî me bû. Zarokan dikujin ma dê êdî çi bikin. Lê bila bizanibin ku gelê kurd bi kuştinan na qede. Zarokên me yên 3-4 salî jî di ferqa hemû tiştî de ne. Yên ku nikaribin qetil bikin jî diavêje girtîgehan. Girtîgeh ji zarokên bêsûc tejî bûne.”

‘Heke Emîne pir dixwaze bila bi xwe bibe cerdevan’

Sînem bertek nîşanî gotinên hevjîna Serokomar Erdogan, Emîne Erdogan ên ‘divê jin jî bibin cerdevan’ da û wiha pêde çû: “Hina jî Emîne Erdogan rabûye ser piyan û dibêje divê jin jî bibin cerdevan. Her tim dibêje; ‘min ji bo hemwelatiyên xwe tiştek ne kir’ piştgirî dide ku jin bibin cerdevan û li ser gelê kurd lîstikan dilihîze. Emîne ger pir dixwaze bila bi xwe bibe cerdevan.”

'Li şûna ku bibin cerdevan bila piştgirî bidin gelê Kurd'

Sîmanperî Bartin diyar kir ku cerdevan şûna ku bibin amûrê polîtîkayên şer yên hikûmeta AKP'ê û êrîşê gelê Kurd bikin bila ji bo aştî gav bavêjin û wiha pêde çû: "Her roj tabût tên. Êdî divê ev şer dawî lê were. Li şûna ku bi cerdevanan re xwarinê bixwin bila destê xwe ji bo aştiyê dirêj bikin. Ji vî gelî re dibêjin 'terorîst'. Ên ku zarokên di dergûşê de dikûjin, mizgeft û dibistanan dişewitînin terorîstin. Piştre dertên û dibêjin gelê Kurd kir." Simanperî wiha bang li cerdevanan kir, "Li şûna ku cerdevantiyê dikin bila biçin piştgirî bidin ciwanên Cizîr, Silopî, Amed û Geverê. Bila piştgirî bidin gelê Kurd." Sîmanperî destnîşan kir ku ew ê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha dawî li gotina xwe anî, "Piştî Erdogan van kiryaran bi gelê Kurd da jiyan kirin, benê li qirka min girêdin jî, wê hêviya min a ku tiştek baş bike nebe. Ez ê nepejrînim jî."

'Divê gelê Kurd xwedî li nasnameyê xwe derê'

Gûlê Polat jî bertekên xwe li hember êrîşan diyar kir û bilêvikir ku divê gelê Kurd xwedî li nasnameyê xwe derê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Desthilatdariya AKP'ê bi qetilkirin û êrîşa hember herêmên Kurd wek Sûr, Amed, Cizîr, Silopî û Geverê têr nabe vê carê jinan ji bo cerdevantiyê kom dike. Bila belayê xwe ji kurdan veke, eger ewqas mirinê dixwaze bila hevjîn, keç û bûka xwe bike cerdevan. Bila berî her tiştê werin û li Kurdistanê têbikoşin."

Gûlê destnîşan kir ku pêk hatina cerdevanan ji bo qetilkirina gelê Kurde û wiha dawî li gotina xwe anî, "Berê mezinên me digotin wê rojek fesad derên û her der xirab bikin. Îşte ew fesad Erdogan bi xwe ye. Em vê pergalê tu car napejrînin. Heya dilopê xwîna xwe yê dawî em ê berxwe bidin."

(mb/rc)