Hevşaredara Silopiyê hate binçavkirin
12:10
Çile
2
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyê Emîne Esmer û ajokarê wesayîta wê Cemel Yîgît ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê ku hêzên dewletê hewl dide ku bi topbaranê taxan vala bike û bi darê zorê berê welatiyan bide koçê, di saetên sibê de Hevşaredara Silopiyê Emîne Esmer hate binçavkirin. Dema Hevşaredar Emîne derket baxçeyê malê, tevî ajokarê wesayîta wê Cemîl Yîgît, ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku Emîne û Cemal birine Miduriyeta Emniyetê ya Silopiyê.
(rc)