Farqîn û Lîcê ji bo Sûrê nobetê de ye

12:50

JINHA

AMED - Li hember dorpêça ser navçeya Sûrê çalakiya nobetê a ku li Taxa Îskender Paşa hatî despêkirin, koma ku ji Farqîn û Lîcê hatî nobetê dewir girt. Jinên ku tevlî çalakiya nobetê bûne, wiha bang li tevahî gelê Kurdistan û Tirkiyê kirin, "Sûr hebûna me a berxwedanê ye. Em li ba gelê xwe bin."

Li navçeya Sûra Amedê dopêç û qedexeya derketina kolanan di roja 32. de berdewam dike. Gel bi çalakiyên berxwedanê bersiv didin qedexeyan û her şev li taxên Lalebey û Îskender Paşa ên ku qedexe lê didomin bi çalakiyê deng derxistinê êrîş tên protesto kirin. Çalakiya nobetê ya ku li Taxa Îskender Paşa yê Surê hatî despêkirin di roja 10. de didome. Îro koma ku ji Farqîn û Lîcê hatin nobetê dewir girtin. Jinên ku nobetê dewir kirin bang li tevahî gel kirin ku xwedî li berxwedana dîrokî derbikevin.

'Berxwedana gel berxwedana bi mafe'

Jinên ku nobet dewir girtin bang li her kesî kirin ku piştrî bidin berxwedana gel. Endama Meclisa Şaredariya Farqînê Gulistan Kiliç diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Sûrê tevli çalakiya nobedê bûne û xwest jin piştgiriyê bidin wan. Gulistan da zanîn ku berxwedana Sûrê pêşeroja wane, ji bo zarok, gel û jiyana xwe divê dest bidin hevdu û wiha got: “Berpirsyariya mezin dikeve ser milê jinan. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku biherikin vê derê û piştgiriyê bidin gelê Sûrê. Li Sûrê berxwedanek dîrokî tê nîşandan, berxwedana gel berxwedana bi mafe.”

'Divê demildest ev dorpêç were rakirin'

Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekîner ku tevli nobedê bû da zanîn ku wan li Farqînê jî heman dorpêç jiyan û wiha pêde çû: “Ji bo li Sûrê dorpêça leşkeran rabe em li virin. Divê demildest ev dorpêç were rakirin. Em bang li gelê Tirkiyeyê dikin ku bên Sûrê. Werin vir û xwedî li vê berxwedana dîrokî derkevin û bibin şahidê berxwedanê.”

'Sûr ne bi tenê ye'

Endama Meclisa Licê Sevîl Dag jî destnîşan kir ku ji bo piştgirî bidin gelê Sûrê hatine vir, ji bo gel xwe bi tenê hîsnekin hatine û wiha axivî: “Hun ne bi tenê ne, em jî bi we re ne. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku ji bo bi gel bidin hîs kirin ku ne bi tenê ne bila bên vir û piştgirî bidin gelê Sûrê.”

Di roja 11’emîn de dê nobet ji aliyê gruba ku ji navçeya Yenîşehîra Amedê bê dewir were girtin.

(mb/rc)