Jinên ciwan ji bo piştgiriya berxwedana bakûr herîkîn sînor
13:27
JINHA
QAMIŞLO - Jinên Ciwan ên ku ji kantona Cizîrê ji bo piştgiriyê bidin berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê dest bi meşê kirine, gihiştin gundê Sêgirkê yê sînor.
Jinên Ciwan ên Kantona Cizîrê ku îro li bajarê Amûdê kom bûn û hatin bajarê Qamişlo û berê xwe dan sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kuridstanê de gihiştin gundê Sêgirka. Li vir dê bernameya çalakiyên jinên ciwan destpê bike. Hat ragîhandin ku koma ciwanan zêde ye û hêrsa wan a li hemberî kiryarên dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê bilind bûye. Tê payîn li ser navê Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger daxuyaniyek li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî jinên Bakûr were dayîn û mitîngek were lidarxistin.
(rc)