Malbatên nikarin cenazeyên xwe bigirin ketin gireva birçibûnê

14:10

JINHA

AMED - Malbatên Îsa Oran û Mesut Seviktek ên di 23'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, 11 rojin nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Malbat ji ber nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ketin gireva birçîbûnê. Bavê Îsa Mehmet Oran, diyar kir ku cenazeyên wan dikin mijara bazarê û wiha got: "Bazara li ser cenazeyan bê elheqî ye."

Hêzên dewletê li navçeya Sûrê ya Amedê di 23'ê Kanûnê de Îsa Oran û Mesut Seviktek qetil kirin. Malbatên Îsa û Mesut, 11 rojin nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Malbatên ku 11 rojin nikarin cenazeyên xwe bigirin, li Şaxa ÎHD'ê a Amedê dest bi gireva birçîbûnê kirin. Malbatan berî greva birçîbûnê civîna çapemeniyê pêk anî. Wekîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, rêveberê ÎHD'e û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di civînê de bavê Îsa Oran Mehmet Oran, diyar kir ku 11 rojin ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin serî li hemû saziyên dewletê dan û nikarin cenazeyên xwe bigirin.

'Wekî din çare nema'

Bav Îsa, da zanîn ku wan serî li Dozgeriya Komarê dan dozgeriyê jî bersiva "Biçin xendekan bigirin û piştre werin em cenazeyên we bidin we. Dewlet li ser cenazeyên me bazariyê dike. Bazara li ser cenazeyan bê ehleqî ye. Ji ber rê li pêş me nehişt em serî li gireva birçîbûnê didin. Hemû kesên xwedî wîjdan û dibêjin em birayên kurdan in, bila li cenazeyên ku bi rojan in li kolanên Sur, Cizîr, Sîlopiyê li erdê ne xwedi derkevin. Werin destûr nedin vê yekê."

'Berpirsiyarê her tiştî dewlet û AKP'ê ye'

Mehmet, destnîşan kir ku nedayîna cenazeyan hêrsa wan zêde dike û wiha got: "Îro berpirsiyarê her tiştî dewlet û AKP'ê ye. "Mehmet, bang li Neteweyên Yekbûyî û NATO yê jî kir û wiha got: "Dewlet kurdan bi tang û topê NATO qetil dike û bajaran bombe dike. Demek berî demekê van êrîşan rawestînin. Em bang li saziyên demokratîk ên Tirkiyê jî dikin û dibêjin heta Helepçeyek din çênebe hûn dengê xwe bilind nakin?"

'Çima 11 rojin cenaze tên rawestandin'

Birayê Mesut Seviktek Îsa Seviktek jî anî ziman ku wan serî li Walîtiya Amedê da, lê walîtiyê ji wan re got "Maşîna cenazeyan a Şaredariya Bajarê Mezin bigirin. Xwest em belgeya berpirsiyariyê didin ser xwe îmze bikin. Xwest yekîneyên îmhayê jî li gel me bên. Çima me dişînin. Ma ne Mizgefta Kurşunlu di destê leşkeran de ye. Tîmên taybet û JİTEM li wir ci digere. Cima cenaze 11 rojin li erdê ne."

'Ger ku cenazeyan nedin em ê dest bi rojiya mirinê bikin'

Îsa, destnîşan kir ku ger dewlet cenazeyên wan nede wan dê dest bi rojiya mirinê bikin û wiha bang li dewletê kir: "Çareserî ne di kuştinê de ye. Çareseri di mutabaqata Dolmabahçeyê de ye." Nursel Aydogan jî diyar kir ku polîsan îşkence li cenazeyan kiriye. Piştî civîna çapemeniyê Dayik û bavê Îsa Saide Oran û Mehmet Oran û xwişk û birayên Mesut Guler Seviktek û Îsa Seviktek dest bi gireva birçîbûnê kirin.

(rc)