Hevşaredara Silopiyê Emîne serbest hate berdan

16:14

JINHA

ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyê Emînê Esmer û ajokarê wesayîta wê Cemal Yîgît piştî karên li emniyetê serbest hatin berdan.

Hevşaredara Silopiyê Emîne Esmer ya ku ji bo pirsgirêka avê û pêdiviyên gel çareser bike bi wesayîta fermî ji mal diçû şarederiyê, li gel ajokarê wesayîtê Cemal Yîgît di saetên sibê de hatibû binçavkirin. Emîne û Cemal piştî karên li emniyetê serbest hatin berdan.

Hate zanîn têkîldarî Esmer û Cemal bi hinceta ku qedexeya derketina kolanê binpê kirine, girtek hatiye îmzekirin.

(rc)