Li ser nûçegihana me tehdîdên 'înfaz' û lêgerîn!

18:35

JINHA

AMED - Li Sûrê qedexeya derketina kolanan li gelek taxan hatî rakirin lê belê polîs dorpêça xwe didomîne û li Kolana Gazî nûçegihana me Duygu Erol yê ku nûçe dişopand bi gotinên "Em ê te bişînin goristanê. Eger ji min re bimîne ez ê te înfaz bikim" tehdît kir û lêgerîn pêk anîn.

Li navçeyê Sûra Amedê li 6 taxan qedexeya derketina kolanan didome. Lê nûçegihana me Duygu Erol yê ku li Kolana Gazî a ku qedexe lê hatî rakirin di dema şopandina nûçeyan de rastî gefên polîsan hat. Duygu li Kolana Gazî ji aliyê polîsan ve tê rawestandin û lêgerîna nasnamê tê kirin. Polîsên nasname û qerta nûçegihantiyê yê Duygu li GBT'ê didin. Di vê navberê de polîsên TEM'ê gazî banî wê kirin. Polîsên TEM'ê ji Duygu pirsa "Tu ji kurî û li kur dijî" pirsiyan. Duygu jî bersiva ku ew ji ' Xarpêt' ye da. Polîsan li ser vê yekê Goristana Gûlmez yê ku li Xarpêt tê nasîn bi bîr dixin û dibêjin "Ji vir û pêve tunê li wir bijî. Ma qey goristana malbata we li wir nîne? Tu jî biçe ba wan." Polîs her wiha lêgerîna telefona Duygu jî dikin dibêjin, "Eger tiştek telefonê te de derê em ê te bigrin binçavan." Piştre jinek polîs Duygu girt cihek girtî û lêgerîna zirav pêk anîn.

Piştre telefon û nasnameyê Duygu dan wê û du welatiyên ku li kêleka Duygu rawestiyane nîşan kir û bi van gotinan gef li wan xwarin "Eger ji min re bimîne ez ê van hersê li vir înfaz bikim. Tu ne nûçegihanî. Tu şerm nakî vî kartî hildidî ba xwe." Duygu û herdu welatî piştre ji ba polîsan veqetiyan.

(rc)