'Em ê dagirkerî û qirkirinê nepejrînin'

09:25

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Hevseroka Meclîsa Têkiliyên Derve Ebla Dawe derbarê êrîşên bombeyê a ku li bajarê Qamişloyê hember gelê sivîl pêk hatî şermezar kir û wiha got, "Hêzên QSD'ê wê dawî li êrîşê çeteyên DAIŞ'ê bîne."

Di 30'ê Kanûnê de li bajarê Qamişlo a girêdayî Kantona Cizîra Rojava, li sê cih teqîn pêk hatibû û di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest da û 30'î kes jî birîndar bûn. Derbarê êrîşa bombeyî de Hevseroka Meclîsa Têkiliyên derve Ebla Dawe nirxandin kir. Ebla êrîşê çeteyên DAIŞ'ê yên dijî mirovahiyê şermezar kir û wiha got, "Hêzên QSD'ê wê dawî li van êrîşan bîne. Çeteyên DAIŞ'ê serkeftina Bendava Teşrînê hezim nekirin ji ber vê bi şêwayên dervî ehlaqî êrîş ê gelê sivîl dikin. Bi êrîşên wiha dixwazin çavê gel bişkînin. Êrîşên wiha tu serkeftin wê nexe destê wan û bervûvajî wê yekitiya gel bi hêztir bibe."

'Gelên ku li Rojava dijîn di ferqa berdêla şoreşê de ne êdî'

Ebla destnîşan kir ku hêzên QSD'ê wê bersiva herî mezin bide û wiha pêde çû: "Berdêlên ku di şoreşa Rojava de tên dayîn ne bê encame. Kobanê, Şengal û hemû herêmên Kurdistanê wê ji çeteyan paqij bibe û rizgar bibe. Serkeftin û berxwedana Kobanê hêviya me a serkeftinê ji her demê zêdetir bilind dibe. Gelên ku li Rojava dijîn di ferqa berdêla şoreşê de ne êdî. Ji ber vê wê welat û axê xwe terk nekin."

'Hember êrîşan berxwedana gel bê sînore'

Ebla da zanîn ku ew di têkoşîna li hember pergalê desthilatdariyê bi biryarin û wiha berdewam kir, "Em ê dagirkerî û qirkirinê nepejrînin. Li tevahî Kurdistanê êrîş li hember gelê Kurd pêk tê û bi hovane êrîş dikin. Lê berxwedana gel bê sînore, tu tişt wê nekare vîna gel yê berxwedanê bişkîne. Bi pêşengiya YPJ'ê dê li Rojava jin bighê azadiya xwe û ji tevahî jinan re bibe mînaka berxwedan û têkoşînê."

(rc)