Li Kelarê gora Musa Alî yê HPG yî xirakirin
09:27
JINHA
GERMİYAN - Li bajaroka Kelar a Germiyanê gora HPG yiyê bi navê Musa Alî (Karwan Gabar) ji aliyê kesên nasnama wan ne diyar ve hate xirakirin.
Bêrêziya li hember Goristanan yek ji kiryarên ne mrovane yên çeteyên DAIŞ û hikmeta AKP ê ne. Wek tê zanîn di nava çend mehên derbaz bûyî de li Bakûrê Kurdistanê bi dehan Goristan hatin hilwişandin. Heman kiriyarên qirêj li Başurê Kurdistanê jî xwe dûbare kir. Li bajarokê Kelar a devera Germiyan jî gora HPG yiyê bi navê Musa Alî (Karwan Gabar) ê di 14'ê kanûna sala 2012'an de li Şemzînana Colemêrgê di şerekê de jiyana xwe jidest dayî û li goristana Kelarê hatî definkirin ji aliyê hindek kesên ku nasnama wan nayê zanîn ve hat xirakirin.
Diyîka Musa Hediye Alî di derbarê bûyerê de wiha axavî: "Destê wan bişkê yên ku gora şehîd şikandine. Bi dîtina van kiriyaran hîn zêtir ezê doza şehîdan bişopînim û xwedî li tekoşîna wan ya bi rumet derbikevim. Em diyîkên şehîdan bi wan kiriyaran tune nabin ew kesên van karên dervey mirovahiyê dikin tunene."
(şb)