Fermandara YPJ'ê: Em jin hîn zêdetir bihêzin

11:03

Şevin Şervan/JINHA

QAMİŞLO - Yekîneyên Parstiya Jinan (YPJ) ya di sala 2013'an de li hember êrîşên çeteyên DAİŞ'ê hatî avakirin hîn zêdetir xwe birêxistin dikin. Fermandara YPJ'ê Tolin Roza ji duh heya îro berxwedana YPJ'ê wiha vegot: "YPJ'ê pêvajoya xwe dayîna îspatkirin qedandiye, niha dema pratîkê û hêza xwe derxistina holê ye."

Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser Rojava di sala 2013'an de Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) hat avakirin. Di kesayeta çeteyên DAIŞ'ê de YPJ'ê li hember hişmendiya deshilatdar berxwedanek mezin nîşanî hemû cîhanê da û ji bo hemû jinan bû çavkaniya hêviyê. Fermandara YPJ'ê Tolin Roza avakirina YPJ'ê di sala 2013'an de û asta ku gihanê nirxand û wiha got: "Dema ku me nû YPJ avakirin asta tevlîbûnê ji hêviyên me gelek zêdetir bûn. Di serî de me giranî da perwerde û rêxistinkirinê. Paşê jî me tabur avakirin. Di ketina sala 2015'an de êdî me xwe îspatkirin derbaskir. Êdî dem dema pratîk û hêza xwe dayîna nîşandanêye."

'Di kesayetiya Arîn û Rewan de me mohra xwe li hamelyê xist'

Tolin destnîşan kir ku di sala 2014'an de di kesayetiya DAIŞ'ê de deshilatiyê êrîşên pir mezin ser gelan dan despêkirin û wiha domand: "Li hember êrîşên DAIŞ'ê gelek jinan di nava YPJ'ê de cîh girtin û parastina xwe kirin. Bi YPJ'ê jinan bawerî û hêza xwe derxistin holê. Di ketina sala 2015'an de li Kobanê me li hemberî çeteyan şerek gelek giran dida meşandin. Hêviyên gelekan ketina Kobanê bû. Bi kinasî wê demê şerê hebûn û tinebûnê dihat kirin. Di kesayetiya Arîn Mîrxan û Rewana de YPJ'ê mohra xwe li hamleyê xist. Li gel wan ji fermandarên pêşeng Ozgur, Viyan, Zozan, Jiyan û Gulan jî şehîd ketin."

'Li gel ku Toprak Çerkez ne kurd bû jî li çeperên pêş bû'

Tolin bilêv kir ku bi dîroka berxwedanê re Kobanê hat azadkirin û wiha berdwam kir: "Dijmin Kobanê weke biryargek dixebitand, li wê darbeyên giran xwar. Ji bo me qada berxwedana mezin lê hatî nîşandane. Bi dehan hevalên me di nava wê berxwedanê de şehîd ketin. Serketina Kobanê ji bo hemû gelan bû moralek gelek mezin. Di kesayeta jinên kurd de dixwazim Toprak Çerkez a ku di vê tekoşînê de jiyana xwe jidest dayî û rola pêşengiyê girtî jî bibîrbînim. Yên ne kurd û xwestîn cihê xwe di berxwedanê de bigirin jî hebûn. Heval Toprak heya dawiyê bi tekoşîn û moralek mezin cihê xwe girt."

'Weke YPJ di nava QSD'ê de cîhgirtin gelek giringe'

Tolin anî ziman ku avakirina Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) gelek giringe û wiha dom kir: "Weke YPJ di nava vê hêzê de cîhgirtina me gelek giringe. Me demên 'jinên kurd nikarin' li peyî xwe hêlaye. Jin êdî li mafê xwe xwedî derdikevin û hêza xwe nîşan didin. Cîhgirtina me di nava QSD'ê de sembolîk nîne. Em di nava hamleyên QSD'ê de di pêş de cîhê xwe digirin. Em weke jin rola pêşengiyê dilîzin û emê vê pêşengiya xwe berdewam bikin."

'Jin êdî nebêçarene'

Tolin da zanîn ku di berxwedanê de YPJ ji bo çeteyan bûye hebûnek tirsê û wiha got: "Em dibin şahidê axaftinên çeteyan ên ser telsizan di nava xwe de dema di axivin. Ji dengê hevalên me yên jin ditirsin. Tayîbetî jî ji deverên jinên suyoksatcî lê heyî gelek ditirsin. Li gorî deshilatiyê 'jin bêhêze, lewaze, nikare.' Lê me YPJ'ê nîşanda ku ne wihaye. Belê me bedelên giran dan, lê me tola hevalên xwe yên jin jî helda. Me hêviyek da hemû jinên cîhanê. Ji encamên derketine dê tevlîbûn hîn zêdetir be. Jinên suryanî, ereb, asurî cihê xwe di nava yekîneyên parastinê de digirin. Jin bihêzin êdî li hemberî êrîşan ne bêçarene."

(zt)