Jinên Elewî gihiştin Amedê ber bi Surê ve dimeşin

12:32

JINHA

AMED - Ji bo şêwirmendiya bi jinên Surê re û parkirina pariyê xwe bi wan re ji gelek bajarên Tirkiyê jinên ketine rê gihiştin Amedê û ber bi Surê ve dimeşin.

Ji bo şêwirmendiya bi jinên Surê re û parkirina pariyê xwe bi wan re ji gelek bajarên Tirkiyê jinên ketine rê gihiştin Amedê û li ber Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal kombûn. Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca, Hevserokê Giştiyê Navenda DBP'a Amedê Ali Şimşek û aktîvîstên KJA yê jî alîkarî dan jinan. Jin li hev kombûn û ji bo parkirina pariyê xwe ber bi Surê ve dimeşin.

Jin bi wesayîtan ber bi navçeya Surê ve ketin rê.

(zt)