Li Cizîrê di 21 rojan de 9 jin 6 zarok bi giştî 29 kes hatin qetilkirin

13:21

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê li hemberî dorpêç û êrîşan berxwedan di roja 21'an de berdewam dike. Ji Miray a 3 mehî heya mirovên 70' salî 9 jin, 6 zarok bi giştî 29 kes hatin qetilkirin. Li gel hemû êrîşan jî gelê Cizîrê 3 mehin bi rêxistina komunê jiyanê ji nû ve avadikin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê êrîşên ser daxwazên gel ên xwerêveberinê berdewam dikin. Li hemberî hêzên di medyayê de weke "tevgera paqijkirinê" tên zanîn berxwedan di roja 21'an de berdewam dike. 10 hezar leşker, tang, wesayîtên zirxî û bi hezaran polîsên tîmên tayîbet li Cizîrê êrîşî berxedana gel dikin.

29 kes qetilkirin

Di navê de zaroka 7 mehî di zigê dayîka xwe de hîna nehatî dinê, Miray a 3 mehî û dengbêj Salihê Şirnexî yê 70 salî jî di navê de 29 kes hatin qetilkirin. Dewlet bi tang û topan li cihên sitratejik ên taxên Cudî, Nur, Sur û Yafesê bicîh bûn. Li Girê Eşqê yê Taxa Nur, Girê Cahferê Sadiq ê li ser rêya Hezex û Cizîrê ser taxên Cudî û Surê serwere, wesayîtên zirxî yên bi şeklê kobreyan, kirpi û kepçeyên zirxî bicîh kirine. Mal û dibistanên ji Girê Caferê Sadiq de dixwiyên hatin valekirin û leşker têde bicîh kirin. Ji wê de li gel hemû topbaranan li herêmên parastina cewherî lê serwere nikarin pêşde biçin vêcarê jî dest bi êrîşên bi zorê welatî ji malên wan derxistinê û xirakirina bajêr kirine. Di nava taxan de bi rojane topbaran berdewam dike.

Ji ber toptaranê gelek mal xirabûne û gelek jî hatine rewşa êdî neyê karanîn. Di êrîşan de pêdiviyên welatiyan ên sereke av û elektirîk jî hedef hatin girtin. Li nava taxan despêkê wesayîtên zirxî depoyên avê û terafoyên elektirîkê hedef digirin. Di dema êrîşan de ji wesayîtên zirxî anonsên "navçeyê biterikînin" nîşaneya hêzên dewletê çawan polîtîkaya bêmirovbûnê didin meşandine. Ji Miray a 3 mehî heya welatiyên 70 salî 9 jin, 6 zarok li naveçya 29 welatî qetilkirin û gelek dever vegerandine xirabeyan.

Li gel hemû êrîşan jî li piş barîqat û xendekên welatî weke qadên azdiyê dizanin hem berxwedanê mezin dikin û hem jî jiyanê ji nû ve rêxistin dikin. 21 rojin li navçeyê hemberî topbaranê bi tilîliyan û dengê "Bijî berxwedana Cizîrê" berxwedan bi giyanek mezin berdewam dike. Li her kolanekê pêdiviyên jiyanê di çend malan de hevpar bûye. Welatî zarokan, pîr û kalan ji nava taxan dibin cihên ewle û cardin li berxwedanê vedigerin. Li taxên berxwedanê qut û pêdiviyên din ên jiyanê hevpar tên xebitandin. Her 4 yan jî 5 malbat di malek bi ewle de kombûne ji bo yên li piş xendek û barîqatan xwarinê amade dikin. Li nava bajêr li piş xendekat parastina cewherî bi pêşengiya jin û ciwanan tê girtin. Ji bo parastina taxan 3 hefteye Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) a ku avakirina xwe îlan kirîn di parastinê denin.

Navê welatiyên di qadên berxwedanê de jiyana xwe jidest dane, ji aliyê berpirsên hikumetê û medyaya şer ve weke "terorîst" îlan kirine wihane;

TAXA CUDİ

1- Hediye Şen (30)
2- Dogan Aslan (22)
3- Sellahadin Bozkurt (70)
4- Zeynep Yılmaz (40)
5- Emine Duman (77)
6- Lutfu Aksu (25)
7- Mehmet Saçan (38)
8- Ferdi Kalkan (20)
9- Huseyin Ertene (17)
10- Huseyin Selçuk (5)
11- Zeynep Demir (65-70)
12- Cabbar Taşkın (40)
13- Du zarokên ji ber bombebaranê dayîkên wan zu welidîne yên 7 mehî.

TAXA NUR

14- Dogan İşçi (32)
15- Mehmet Tekin (25)
16 Azime Aşan (50)
17- Kumru Işık (85)
18- Abdullaziz Yural (28)
19- Guler Yanalaka di zigê wê de zaroka 7 mehiya nehatî diniyayê

TAXA SUR

20- İbrahim Akhan (15)
21- Yılmaz Erz (42)
22- Dikran Sayaca (25)
23- Ramazan İnce (75)
24- Miray İnce (zaroka 3 mehî)

TAXA YAFES

25- Abdullmecit Yanık (24)
26- Haci Ozdal (25)
27- Hediye Erden (60)

TAXA DİCLE

28- Besna Zırıg (50) kalp krizi geçirdi

TAXA KALE

29 – Cahide Çakıl (35)

(zt)